Bi girseyî çûn serdana şîna Arîn Serhed

  • 16:32 1 Mijdar 2025
  • Rojane
 
ERZIROM - Ji bo Arîn Serhed a ku hate ragihandin ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li Kobanê de jiyana xwe ji dest da, şîn hat danîn.
 
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo Bahar Ûgûn (Arîn Serhed) a ku di 4’ê Adara 2024’an de li navçeya Qereçoban a Erziromê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, li mala malbata wê şîn hat danîn . Bi sedan kesên ku çûn şînê bê navber dirûşmên "Şehîd Namirin" berz kirin.
 
Hevserokê DBP'ê yê Erziromê Ramazan Karakaş axivî û sersaxiyên ji bo Arîn Serhed a ku di 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanî de li Kobanî jiyana xwe ji dest da hatin dayîn bi bîr xistin û got, "Kobanê rûmeta me ye. Têkoşîna li wir ji bo tevahiya cîhanê bûye mînak. Arîn Serhed heta roja îro ala Arîn Mîrxan hilgirtiye. Em ê wan qet ji bîr nekin."