Tulay Hatîmogullari: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê

  • 20:43 1 Mijdar 2025
  • Rojane
COLEMÊRG - Tulay Hatîmogullari di hevdîtina gel a li Colemêrgê de axivî û got: “Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Divê qanûnên entegrasyona demokratîk ya Ocalan îfade kiriye demildest bên derxistin. Dema ku bê windakirin tuneye. Divê hre kes dizan keu her dema tê windakirin tije provaktor dibin.”
 
Li Colemêrgê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, pîrozbahiya “Aştî û Civaka Demokratîk” hate lidarxistin. Bernameya ku di saetên nîvroyê de bi coş destpê kir, bi vekirina avahiya DEM Partî ya bajêr û pîrozbahiya li garaja kevin a şaredariyê dewam kir.
 
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, peyama Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku ji peywirê hat gitibû girtin, hate xwendin. Piştre hevserokê DEM Partî yê bajêr Behçet Kanat gel silav kir.
 
Bi hezaran kesên ku qada pîrozbahiyê tijî kirin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” berzkirin.
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê yên ji bo azadiyê li ber xwe didin silav kir. Keskîn Bayindir, diyar kir ku wan bi hezaran silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandine û ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de wiha gotiye: “Eger ez rojekî derkevim derve, ez ê berê xwe bidin Cîloyê û jiyaneke demokratîk ava bikim.” Keskîn Bayindir wiha vegot: “Ew jiyan wê teqez were avakirin û em ê ji bo pêkanîna xeyalên Birêz Ocalan têbikoşin. Divê her kes piştgirî bide vê pêvajoyê. Birêz Ocalan dibêje, ‘Ev gel hêjayî azadiyê ye.’ Em nêzî azadiya xwe ne û kevîrên vê tên danîn. Lê ji bo vê divê bixebitin û birêxistin bibin.”
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û wiha got: “Kobanê ne tenê ji bo Rojava, ji bo hemû Rojhilata Navîn û cîhanê sembola berxwedana bi rûmet e. Silav ji berxwederên Kobanê re, ji têkoşerên li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê re, ji jinên Kobanêre ku bûna sembola têkoşîna azadiya jinê.”
 
Tulay Hatîmogullari bi bîr xist ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir, Tevgera Azadiya Kurd gavên şênber avêtine û di 26’ê Cotmehê de ji Tirkiyeyê vekişiyan û daxuyaniyekî dîrokî dan û wiha got: “Tevgera Azadiya Kurd ji bo aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn gavên şênber û dîrokî diavêje. Tevgera Azadiyê ji bo ewlehî û aştiya gelan berpirsyariyeke dîrokî girtiye. Divê her kes bibe şirîkê vê berpirsyariyê. Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Divê qanûnên entegrasyona demokratîk ya Ocalan îfade kiriye demildest bên derxistin. Dema ku bê windakirin tuneye. Divê hre kes dizan keu her dema tê windakirin tije provaktor dibin.”
 
Tulay Hatîmogullari, bertek nîşanî desteserkirina îradeta bajêr da û wiha got, “Qeyûmê ku ji bo Colemêrgê hatiye tayînkirin, divê tavile bê betalkirin. Îradeya gelê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe ne. We ew hilbijartin, ew îradeya we ne.”
 
Tulay Hatîmogullari, bal kişand ser bikaranîna hişbirê ya di nava ciwanan de û diyar kir ku ev encama polîtîkayên şerê taybet e.
 
Piştî axaftinan, hunermend Xêro Abbas derket ser dîkê.