1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pîrozkirin

  • 20:02 1 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Kantona Firatê bi coşek mezin hate pîrozkirin. Nûnerên Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku berxwedana Kobanê mîrateya hevpar a mirovahiyê ye û soza avakirina Sûriyeyek demokratîk, azad û nenavendî dan.
 
Bi sedan şêniyên kantona Firatê, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistin û saziyên jinan û gaziyên şer bi coş şahiya 1’ê Mijdarê bi dirûşma "Li ser bingeha civakeke demokratîk û azad, em 1’ê Mijdarê, Roja Kobanê ya Cîhanê li we pîroz dikin", li Qada Şehîd Egîd a Kobanê pîroz kirin.
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa û Cîgira Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl 1’ê Mijdarê li gelê Kobanê, cangoriyên azadiyê, Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kirin û destnîşan kirin ku berxwedana Kobanê Cîhan tevahî hejand û Kobanê bû sembola berxwedanê.
 
Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) Hediye Yûsif 1’ê Mijdarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,  endamên YPG û YPJ`ê, malbatên şehîdan û li gelê her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û wiha got: "Dîroka gelê me bi sedê salan bi berxwedanê derbas bûye. Berxwedana Kobanê, berxwedana gelê Rojvayê Kurdistanê tevahî Cîhan rakir ser piyan, vê berxwedaniyê hişt ku hemû gel mafê xwe nas bikin. Berxwedana Kobanê, berxwedana Cîhanê bû, berxwedaniya mirovahiyê bû."
 
Hevserokê Hêzên Ereka Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ismet Şêx Hesen destnîşan kir ku berxwedana Kobanê rihê netewa demokratîk da avakirin û wiha got: "Di berxwedana Kobanê de destan bi xwîna cangoriyên azadiyê û şervanan hate nivîsandin. Di 1`ê Mijdarê de dîroka mirovahiyê hate nivîsandin û her ku diçe berxwedanî zêdetir dibe û xurt dibe. Divê em bi rihê vê berxwedaniyê Sûriyeyeke nenavendî, ava bikin."
 
Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd El Mislit wiha axivî: "Bajarê Kobanê, bajarê ku mafê hemû gelan hat parastin û ji bo azadiyê têkoşîn û berxwedaneke bê hempa da meşandin. Keç û Xortên Kobanê li hemberî terora harî hovane têkoşîn kirin û teror di Kobanê de têk birin. Divê em bi vî rihê berxwedanê ji bo Sûriyeyeke nenavendî û azadixwaz têbikoşin û asta berxwedanê xurt bikin, ji bo ku em Sûriyeyke nenavendî ava bikin. Em vê roja pîroz li hemû kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide pîroz dikin."
 
Piştî axaftinan hunermendên ku bi tabloyên xwe beşdarî şahiyê bûbûn, hatin xelatkirin.
 
Di dawiyê de Komên Hunerî  yên Hunergeha Welat stran û dîlan pêşkêş kirin