Di doza Rojîn Kabaîş de geşedaneke nû: DNA'ya rektor hat girtin

  • 13:00 11 Tebax 2026
  • Rojane
WAN - Di çarçoveya doza Rojîn Kabaîş de ji Rektorê Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil Hamdullah Şevlî û biraziyê wî Enes Şevlî nimûneyên DNA hatin girtin.
 
Di doza Rojîn Kabaîş, xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) de, ku di 27'ê Îlona 2024'an de li Wanê winda bû û di 15'ê Cotmehê de cenazeyê wê li peravên Gola Wanê hat dîtin, geşedanek nû derket holê.
 
Dozgeriya Komarê ya Wanê, ku lêpirsînê dimeşîne, biryar da ku ji Rektorê YYU Hamdullah Şevlî û biraziyê wî Enes Şevlî nimûneyên DNA'yê bigire.
 
Li gorî vê yekê, li gorî biryara dozger, ji Hamdullah Şevlî û Enes Şevlî nimûneyên DNA'yê hatin girtin û li dosyayê hatin zêdekirin.