Li Wanê çalakiya 15’ê Tebaxê
- 20:11 15 Tebax 2026
- Rojane
WAN - Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê ji bo 15’ê Tebaxê çalakiyek li dar xist.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) a Wanê li baxçeyê navenda xwe ya bi minasebeta 15’ê Tebaxê çalakiyek li dar xist. Siyasetmedar, hevşaredar, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pêngava e15’ê Tebaxê hat nirxandin û li ser pêşvebirina pêvajoya Civaka Aştî û Demokratîk de axaftin hatin kirin.







