‘Mizgîn sembola berxwedan û pêşengiyê ye’

  • 09:05 10 Gulan 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
BEDLÎS - Yek ji şahidên têkoşîna Hozan Mizgîn ku bi kesayeta xwe ya leheng ji bo hemû jinan bû çavkaniya îlham û wêrekiyê, Gulperî Îlbasan wiha got: “Li dijî Şehîd Mizgîn ku rihê berxwedan û heqîqetekê dihewand, hem dijmin hem jî zîhniyeta serdet ya mêr şûnde gav avêt. Lehengiya Mizgînê ji bo hemû jinan bû çavkaniya îlhamê. Heqîqeta wê ji jinan re pêşengî kir, em di şopa têkoşîna ku wê hiştiye de dimeşin.” 
 
Hozan Mizgîn  (Gurbet Aydin) ku huner bi kesayeta xwe ya şoregerî re kir yek û bû pêşenga hunermendên jin di 1962’an de li gundê Bileyder a Êlihê hat dinê. Mizgîn ku bi deng û hunera xwe di temenê biçûk de hat ferqkirin, li dijî zîhniyeta feodal û polîtîkayên hikûmetê yên li hember kurdan bêdeng nema. Mizgîn demekê beriya darbeya 12’ê îlona 1980’ê tevlî têkoşîna azadiyê bûbû û di têkoşînê de aktîf cih girt û di qada hunerê de pêşengiya xebatan kirin. Mizgîn ji bo ku qada hunerê bi rêixistin bike di 1983’yan de dişînin Ewropayê û di avakirina Huner-Kom û Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê-YJWK de cih digire. Mizgînê bi sekn û nasnameya xwe ya şoreşger ji bo jinan dibe hêvî û jin bi saya wê li dijî zextan serî hildidin tevlî têkoşîna azadiyê dibin. Demek dirêj li Ewropayê xebatan dimeşîne û  piştre berê xwe dide Kurdistanê. 
 
Mizgîn li Tetwanê ya Bedlîsê di xebatan de jî cih digire. Ji bo xwe bigihîne jinan, çarşefa reş li xwe dike û li taxan tevlî civînan dibe.
 
Mizgînê bi stranên xwe yên Çemê Hezîl, Gundîno Hawar, Lo Hevalno û Newroz ji ser zimanê gel neket û her çiqas kasetên wê bên qedexekirin jî kesayet û têkoşîna wê tu car nehat jibîrkirin. Di 11’ê Gulana 1992’yan de li Tetwanê bi ser mala ku lê dima de hat girtin. Di serdegirtinê de dixwazin Mizgîn teslîm bibe lê ew li berxwe dide û di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dide. Piştî Mizgînê jiyana xwe ji dest da, zêdetir hat guhdarkirin û mîrateya wê ya ku hişt di nav gel de dijî.
 
Yek ji dostên Mizgînê û şahida wê demê Gulperî Îlbasan da zanîn ku heqîqeta Mizgînê ji jinan re pêşengî kiriye û ew pêvajo ji JINNEWS’ê re vegot. 
 
Dostên wê yên jin xwedî li Mizgînê derketin
 
Gulperî Îlbasan wiha got: “Dema me agahiya şehadeta wê girt em pir xemgînb ûn. Li Tetwanê şîn hat danîn.Mizgîn ji bo me pir girîng bû. Dostên Mizgînê yên li Tetwanê xwedî li Mizgînê derketin. Gelê Kurd û dostên wê xwedî lê derketin. Dema Mizgîn şehîd ket gelê Tetwanê berxwedanek mezin nîşan da.Em bi Mizgînê serbilind bûn, em pê kêfxweş bûn. Di merasîma cenazeyê de jinan pêşengî kir. Dayikan Mizgîn şûştin. Jin bi kêfxweşiyek mezin xwedî li Mizgînê derketin.”
 
‘Mizgîn sembola berxwedanê ye’ 
 
Gulperiyê wiha berdeawm kir: “Dema berxwedan tê gotin Mizgîn tê bîra min. Ji ber Mizgînê nas dikim pir kêfxweşim. Em tu car ji bîr nakin. Wek heval Zekiye, Zîlan, Mizgîn jî di bîra me de ye. Şehîd Mizgîn teslîmê dijmin nebû. Bedena xwe feda kir. Lehengek mezin bû. Serkeftinek mezn nîşan da. Mizgîn sembola berxwedan û pêşengiyê ye. Bi deng, sekn û nasnameya xwe ji bo gel bû îlham.Tetwan di bin zîhniyeta feoldal û serdest de bû bi Mizgînê re ew nêrîn hat şikandin.”
 
‘Çavkaniya me serokatiya me ye’
 
Gulperiyê da zanîn ku Bi hatina Mizgînê re gel guherî û wiha anî ziman: “Wê demê nû zewicîbûm. Veterînerek hatibû mala me. Ji bo sewalan hatibû. Ne hevjîn ne jî xezurê min ne li malê bûn. Veterîner got çiqas sewal hene, pirsgirêkên wan çi ne. Ez jê re bûm alîkar. Piştre xezur û xesuya min xeyîdîn. Gotin çima tu axiviyî. Li ser jinan zextên mezin hebûn. Lê di serî de serokatiya me û Mizgînan em kirin xwedî gotin. Di encama bedelên mezin de em îro xwe îfade dikin. Berê tenê ya para jinan diket bêdengî bû. Serîtewandin bû. Jin wek kole dihatin dîtin. Jinan nikaribûn biryarê bidin. Azadiya jinan tunebû. Lê niha em pêş ketine. Çavkaniya vê jî Rêber Abdullah Ocalan e.”
 
Mizgîn ji hemû jinan re bû çavkaniya îlhamê!
 
Gulperiyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku piştî Mizgînê hatiye Tetwanê gelek tişt guheriye û wiha vegot: “ Jinan berê şerm dikir navê xwe bêjin. Bi hatina Mizgînê re guherîn. Bi saya wê jin meşiyan. Di serî de jin gelê Tetwanê xurt bû. Ji bo hemû jinan bû çavkaniya îlhamê. Bi me hemûyan re rihê lehengiyê hişt. Têkoşîna Mizgînê bi dijmin şûnde gav da avêtin. Cenazeyê wê jinan hilgirt û oxir kirin. Em ê têkoşîna wê li erdê nehêlin û bidomînin. Çi ji destê me bê em ê bikin.”