
Ji ciwanên Helebê ji bo Abdullah Ocalan name
- 18:38 6 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên li Helebê çalakiya nivîsandina nameyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin.
Ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, di çarçoveya çalakiya ku ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve hatiye destpêkirin, dest bi nivîsandina nameyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine. Çalakî di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de pêk hat.
Di vê çalakiyê de dê endamên Meclisa Giştî ya taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd, her wiha sazî û partiyên siyasî nameyan binivîsin.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan û yek ji endamên koma nivîsandina nameyan Sîdra Xelîl, got ku bi vê çalakiyê, ew rê li ber ciwanan vedikin ku bi azadî ramanên xwe bînin ziman û her tiştê ku tê bîra wan binivîsin da ku jiAbdullah Ocalan re bişînin.