
Çalakiya Cenevreyê di hefteya 237’an de ye
- 21:30 6 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanku li ber Ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê dewam dike, di hefteya 237’an de ye. Kurdistaniyan carekî din banga berpirsyariyê li civaka navneteweyî kirin.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve di çarçoveya Pêngava "Dem dema azadiyê ye" de li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê dewam dike, di hefteya 237’an de ye.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ji aliyê Yekbûn Guneş ve hate xwendin. Yekbûn Guneş di axaftina xwe de salvegera 11’an a Qirkirina Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî Êzidiyan pêk hat, bi bîr anî û wiha got, “3’ê Tebaxê ji bo mirovahiyê wekî rojekî tarî bimîne.Hîna bi hezaran jin û zarok winda ne. Ev birînekî bi xwîn e.”
Yekbûn Guneş bi berdewamî wiha got, “Gelê Şengalê îro jî ji bo xweparastina xwe ya xweser ava bike û bi azad jiyan bike, li ber xwe dide. Lê dixwazin vê îradeyê bi destwerdanên derve bikin di bin zextê de. Dewleta Iraqê, aktorên herêmî û navneteweyî divê rêzê li hemberî vê îradeyê bigire.Divê civaka navneteweyî kujerên qirkirinê bidarizînin, divê aqûbeta jin û zarokên winda werin ronîkirin. Daxwazên gelê Şengalê divê ne bi zorê û zextê, divê bi diyaloga demokratîk were pêşwazîkirin. Divê îradeya rêveberiya xweser a Şengalê were naskirin û statuya wê were fermîkirin. Navê van sûcan bikin û kujeran bidarizînin. Ji bo pêşeroja azad a gelê Şengalê têkoşîna hevpar mezin bikin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê heta saet 17:00’an dewam kir.