
Jin li dijî qirkirinan meşiyan
- 17:54 11 Tebax 2025
- Rojane
WAN - TJA, DBP û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinê em bi felsefeya Jin Jiyan Azadî dimeşin" bi girseyî meşiyan û banga mezinkirina têkoşîna hevpar hat kirin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya “Li dijî qirkirina jinê em bi felsefeya Jin Jiyan Azadî dimeşin” li ber AVM ya Perihanê bi girseyî meş lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û gelek jin tevlî meşê bûn. Meş bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dest pê kir.
Meş heta li ber avahiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêya Armûşê dom kir û dû re daxuyanî hat dayîn.
'Banga Birêz Ocalan banga azadiyê ya jinan e'
Di daxuyaniyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt axivî û got, "Weke ku hûn jî dizanin, bi salan e em li dijî desthilatdarî û kapîtalîzmê li ber xwe didin. Ev berxwedana me ji Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê belav bû û bû mînak. Em bi felsefeya xwe ya 'Jin jiyan azadî' ji cîhanê re bûn mînak. Li hemû cîhanê jin tên qetilkirin. Her roj em li ber komkujiyeke nû ya jinan hişyar dibin. Keda jinê nayê dîtin. Ji ber vê yekê em her qadê bi berxwedana xwe re tevlîhev dikin. Di 27 'ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga ‘Civaka Aştî û Demokratîk’ kir. Em dizanin ku di civaka demokratîk de jin azad in û nayên kuştin. Bêyî azadkirina jinê civak nikare azad bibe. Ji ber vê yekê banga Birêz Ocalan banga azadiyê ya jinan e. Em ê li her qadê xwe bi rêxistin bikin."
136 jin hatin qetilkirin
Piştre Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û diyar kir ku wan li her derê welat li dijî kuştina jinan bi dirûşma "Rêxistinkirin xweparastina me ye" hemwext meş û daxuyaniyên çapemeniyê li dar xist û got, "Ev serhildanek e. Ji ber ku li vî welatî kuştina jinan bûye cînayet. Rojekê li bajarekî 3 jin tên kuştin, rojekê li vî welatî di rojekê de 8 jin tên kuştin. Ev yek ji polîtîkayên hikûmetê serbixwe pêş nakeve. Polîtîkayên tên meşandin şîdet û cihêkariya li hemberî jinê zêde dikin. Vê hikûmetê sala 2025 'an weke sala malbatê îlan kir. Di sala 2025'an de 136 jin hatin qetilkirin û 145 jin bi gumanbarî mirin. Polîtîkayên mêtinkar roj bi roj kûrtir dibin. Di malbatê de jin ji aliyê zilamên herî nêzî wan ve nayên kuştin? Diyanet bi daxuyaniyan di şexsê jinan de cudakariyê xurt dike. Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî weke ku li vî welatî jin neyên qetilkirin dide xuyakirin. Li vî welatî ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê kuştina jinan zêde dibe."
'Em bi hev re xwe bi rêxistin bikin'
Halîde Turkoglu banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Civaka Aştî û Demokratîk" bi bîr anî û destnîşan kir ku pirsgirêka demokrasiyê ya welat bi têkoşîna azadiya jinê dibe. Halîde Turkoglûyî bal kişand ser komîsyona ku li Meclisê hatiye avakirin û wiha got: "Tişta ku divê komîsyon bike ew e ku li Kurdistanê dawî li polîtîkaya qeyûman bîne. Peymana Stenbolê peymana çareseriya hemû pirsgirêkan e. Avakirina wekheviyê tê wateya ji holê rakirina cihêkariya li hemberî jinê. Di van rojên ku em behsa aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikin de divê em wekheviyê pêk bînin. Pêwîstiya jinan bi jiyaneke bi rûmet û aştiyê heye. Lê mixabin zîhniyeta bi serdestiya mêr cihêkariyê li jinê dike. Em jin li her derê qadên xwe yên rêxistinbûyînê dibînin. Werin em bi hev re xwe bi rêxistin bikin."
Daxuyani bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.