Li Êlihê welatî bi dirûşmeya ‘bijî serok Apo’ herikîn şahiyê
- 21:53 13 Tebax 2025
- Rojane
ÊLIH – Bi tevlibûna hezaran kesî bi dirûşmeya ‘Em aştî û civaka demokratîk ava dikin’ tevli şahiyê bûn û wiha gotin: “Ger em bêjin wekhevî û xwişk û biratî divê em ne bi kodên berê, hewcedariya me bi nêrîneke nû heye.”
Li Êlihê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya ‘hevdîtinên civaka demokratîk’ de bernameya ‘em aştî û civaka demokratîk ava dikin’ pêk anîn. Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navend û navçeyan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tevli bûn.
Welatiyên li ber DEM Partiyê hatin gel hev bi dirûşmeyan meşiyan parka Yilmaz Guney. Jin bi cil û bergên gelerî pêşengiya meşê kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî û da zanîn ku gel piştgiriyê dide banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Gelê Kurd dimeşe dibêje demokrasî. Gelê Kurd û dostên Kurdan ji bo aştiyê dimeşin. Ger em bêjin wekhevî û xwişk û biratî divê em ne bi kodên berê, hewcedariya me bi nêrîneke nû heye.”
Piştî axaftinan gel i ber stranan govend gerandin.