Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatin qetilkirin hatin bîranîn

  • 12:32 14 Tebax 2025
  • Rojane
Kesên ku di Komkujiya Dîgorê de jiyana xwe ji dest dan, di salvegera 32'emîn a komkujıyö de bi çalakiyekê hatin bîranîn.
 
Hevdeh kesên ku di 14'ê Tebaxa 1993'an de li navçeya Dîgorê ya Qersê dema ku li dijî ferzkirina cerdevaniyê, ambargoya xwarinê û serdegirtinên malan protesto dikirin ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin, di salvegera 32'emîn a kuştina wan de hatin bîranîn. Bîranîna ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li cihê komkujiyê hate organîzekirin, endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Gelemperiyê (KESK), rêxistinên bajar û navçeyan ên  DEM Partiyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun û gelek kesên din beşdar bûn.
 
'Divê dewlet bi sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd re rûbirû bibê'
 
Yilmaz Hun di merasîma bîranînê de axivî û got, "32 sal berê li vir komkujiyek pêk hat. Gundiyên gundên girêdayî Dîgorê dijîn ji bo protestokirina zilm û zordariya wê serdemê û ferzkirina cerdevaniyê meşek li dar xistin. Li vir, ew rastî şîdeta berfireh hatin û li gorî qeydên fermî, 17 kes hatin kuştin. Wekî ku her tim li Tirkiyeyê diqewime, di Komkujiya Dîgorê de kes nehat darizandin û sûcdar azad man. Di demekê de ku behsa aştî û danûstandinan tê kirin, divê dewlet bi sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd re rûbirû bê. Em dubare dikin ku em ê tu carî kesên ku li vir hatine kuştin ji bîr nekin."
 
Bername bi danîna qurnefîlên li cihê komkujiyê ji bo 17 kesan bi dawî bû.