'Rejîma qeyûm astengiya herî mezin a li pêş aştiyê ye'

  • 09:06 11 Îlon 2025
  • Rojane
 
Zelal Karabaş
 
AMED-Seroka Baskê Jinan a CHP’ê ya Amedê Guler Koçyîgît tayînkirina qeyûman di pêvajoya ku didome de tên kirin nirxand û got: “Rejîma qeyûm astengiya herî mezin a li dijî aştiyê ye.”
 
Tayîna qeyûman a ji aliyê desthilatdariyê ve wek rejîmekê tê bicihkirin. Di serî de ji bo şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) qeyûm tayînê gelek şaredariyan hat kirin. Hevşaredar hatin binçavkirin û girtin. Hedefa ewil a qeyûman bêguman destkeftiyên jinan bûn.
 
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo gelan bibû hêviyek mezin. Lê bi riya qeyûman xespkirina îradeyê bertekên li dijî destilatdariyê roj bi roj zêdetir dike. Herî dawî bi darbeya qeyûm Gursel Tekîn tayînê şûna Serokê rêxistina CHP’a Stenbolê  Ozgur Çelîk hat kirin.
 
Seroka Baskê Jinan a CHP’a Amedê Guler Koçyîgît der barê tayînkirina qeyûm de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Biryara têkoşînê
 
Guler Koçyîgît daxuyakirin ku pêkanînên qeyûm xespkirina îradeyê ye û wiha got: “Qeyûm êrîşek li dijî mafê destûra bingehîn, demokrasî û  gel e. Mafê hilbijartinê ji bo demokrasiyê şert e. Desthilatdarî vî mafî tune dihesibîne û îradeya gel xesp dike û siyasetê dike bin tekela xwe. Tayînkirina qeyûman li ku derê dibe bila bibe tunekirina îradeyê ye. Li Amed an jî Stenbolê tiştek naguhere. Em wek baskê jinan a CHP’ê vê zelal dibêjin, em ê li dijî qeyûman û pêkanînên wan têbikoşin.”
 
‘Ber bi rejîmek dijdemokrasiyê ve diçin’
 
Guler Koçyîgît daxuyakirin ku armanca desthilatdariyê ev e ku siyasta demokratîk bê bandor bihêlin û ev pêkanîn bi armanca çewisandina muxalefetê û cezakirina îradeya gel tê kirin. Guler Koçyîgît ev tişt anî ziman: “Bi qeyûman, girtinan, riya darazê dixwazin siyasetmedaran  ji dewrê derbixin. Ji Ekrem Îmamoglu heta Selçuk Mizrakli û gelek şaredarên din ev polîtîkaya pêk hatiye ne tesaduf e. Desthilatdarî peyama ku gel di sindoqan de daye tune dihesibîne. Ev pêkanîn Tirkiyeyê ber bi rejîmek dij demokrasiyê ve dibe."
 
‘Têkoşîna li dijî qeyûm, têkoşîna azadiya jinan e’
 
Guler Koçyîgît destnîşan kir ku qeyûm destkeftiyên jinan hedef digire û wiha domand: “Saziyên jinan tê wateya ku jin xurt bibin, jin ji tundiyê bên parastin û têkoşîna welatîbûna wekhev temsîl dike. Girtina saziyan êrîşek li hember mafên hatine bidestxistinê ye. Em dizanin ku rejîma qeyûm ne tenê demokrasiyê mafê jiyana jinan jî xesp dike. Ji ber vê jî têkoşîna li dijî qeyûman di heman demê de têkoşîna azadiya jinan e.”
 
Guler Koçyîgît wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi qeyûman rêveberiyên ku gel hilbijartine ji peywirê digirin. Di hawirek wisa de aştî nikare bê tesîskirin. Rejîma qeyûm astengiya herî mezin a li pêş aştiyê ye. Em dibêjin ku ji bo demokrasî û aştiyê divê dawî li van pêkanînên qeyûm bên anîn.”