Ji MKG û DFG'ê berteka li dijî cezayên dan Rojnamgeran
- 13:23 1 Mijdar 2025
- Rojane
AMED –MKG'ê cezayên girtîgehê yên ku ji rojnamegeran re hatine dayîn wekî "operasyoneke çavtirsandina siyasî ya ji aliyê darazê ve hatiye kirin" bi nav kir û peyama "Pênûsa rastiyê nayê teslîmgirtin" da. DFG'ê jî di daxuyaniya xwe de got, "Tevî cezayan, em ê berdewam bikin ku rastiyê binivîsin."
Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) daxuyaniyek nivîskî weşand û bertek nîşanî pejirandina cezayên girtîgehê yên ji heft rojnamegran re ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Enqerê ve hat birîn da. Di daxuyaniya xwe de, MKG diyar kir ku ev biryar qonaxek nû ya zexta sîstematîk e ku azadiya çapemeniyê û bi taybetî rojnamegerên jin hedef digire.
'Rojnamegerî hatiye sûcdarkirin'
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku rojnamevanên ku rastiyê eşkere dikin têne cezakirin û wiha hat gotin, "Rojnamegerî bi nûçe, wêne, materyalên dîjîtal û nameyan wekî 'delîlên rêxistinê' hatiye sûcdarkirin. Ev biryar operasyoneke çavtirsandina siyasî ye ku ji aliyê darazê ve hatiye pêkanîn."
'Hûn nikarin dengê rastiyê qut bikin'
Di daxuyaniya ku tê de hate destnîşankirin ku dadgehê cezayên 6 sal û 3 meh ên girtîgehê yên ku ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Diren Yurtsever, Selman Guzelyuz, Emrullah Acar, Zemo Aggoz, Mudura Nûçeyan a JINNEWS Oznur Deger û rojnameger Denîz Nazlım û Hakan Yalçin re hatine dayîn, hatine pejirandin, ev tişt hat gotin: "Ev êrîşa li ser çapemeniya azad hewldanek e ji bo bêdengkirina pênûsên rojnamevanan, bi taybetî yên jin û fetisandina dengê rastiyê ye. Nivîsandina rastiyê ne sûc e! Azadiya çapemeniyê nefesa jinan, gelan û civaka demokratîk e."
MKG daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Pênûsa heqîqetê nayê bêdengkirin û çapemeniya azad nayê dîlgirtin."
Daxuyaniya DFG'ê
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, X, derbarê cezayên ku li rojnamevanan re hatine dayîn de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pejirandina biryarê beşek ji êrîşeke dawî ya li ser azadiya çapemeniyê ye. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dadgeha 4'emîn a Cezayê Giran a Enqerê, bêyî ku tu delîl hebe, bi awayekî neqanûnî tenê ji ber xebatên wan ên rojnamegeriyê, hevpîşeyên me mehkûm kirin. Daîreya Cezayê ya 22'emîn, bi pejirandina van cezayan, ev neqanûnî hêsan kir. Pijirandina cezayan hem êrîşek li ser azadiya çapemeniyê ye û hem jî derbeyek li ser atmosfera demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê ye. Ev biryar, ku bi ruhê pêvajoyê re nakok e, divê ji hêla hikûmeta AKP'ê ve were ravekirin. Hevkarên me ku cezayên wan hatine pejirandin, tevî hemû zextan jî dinivîsin. Ev bûye pirsgirêka herî mezin ji bo zîhniyeta ku cezayan ferz dike. Em van cezayên neqanûnî qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya hevkarên xwe bibin dadgeheke bilindtir. Tevî cezayan jî em ê berdewam bikin ku rastiyê binivîsin."







