MSD: Şerê Kobanê parastina nirxên mirovî bû

  • 13:35 1 Mijdar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir “Şerê Kobanê ne tenê parastina erdnîgariyekê bû, lê parastina nirxên mirovî û projeyeke neteweyî ya demokratîk bû.”
 
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Serkeftina Kobanê di şerê li dijî terorîzmê de, kêliyeke krîtîk nîşan da û tekez kir ku vîna gelên azad dikare stûna hêzên xwînrêj bişkîne.
 
Şerê Kobanê ne tenê parastina erdnîgariyekê bû, lê parastina nirxên mirovî û projeyeke neteweyî ya demokratîk bû ku bi wekhevî û pirrengiyê bawer dikir û vîna sûriyeyiyan ji bo avakirina welatekî ku hemû welatiyên xwe bê cudahî hembêz bike, temsîl dike. Ji dilê wî şerî ezmûna Rêveberiya Xweser derket holê, wek nimûneyeke serkeftî ji bo birêvebirina civakê li ser hîmên dadmendî û beşdarbûnê û çarçoveyeke rastîn ji bo yekitiya neteweyî di rûbirûbûna terorîzm û zordariyê de.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Meclisa Sûriyeya Demokratîk rêzê li giyanê şehîdên Kobanê û hemû kesên ku ji bo azadî û yekitiya Sûriyeyê fedakarî kirine, digire. Banga hemû gelê Sûriyeyê dike, bi hemû pêkhate û nasnameyên xwe ku rihê hevgirtin û berxwedanê yê ku Kobanê temsîl dike, biparêzin û ji bo paşerojeke demokratîk a hevpar ku hêjayî fedakariyên wan be û rûmeta welat û gelê wê biparêze, bi hev re bixebitin.”