Jin JES’an naxwazin: Em axa xwe ji kesî re nahêlin

  • 09:03 13 Tebax 2026
  • Rojane
ÎZMÎR- Jinên li dijî projeya JES’ê ya li gundê Licik ê girêdayê Kanîreşê berxwe didin, diyar kirin ku proje xwezayê tehdîd  dike û gotin: “Em axa xwe ji kesî re nahêlin.”
 
Têkoşîna jinan a li dijî projeya JES’ê ya li gundê Licik ê navçeya Kanîreş a Çewlîkê tê xwestin bê çêkirin,, didome.  Berxwedan salek û nîve didome û tevî biryara rawestandinê ya ku dadgehê giriyte jî maşîne û hêzên ewlehiyê dikevin qadê. Jinan bertek nîşanê projeyê dan û diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘Berxwedana Gimgimê bû hêvî’
 
Seroka Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Yedîsu a Kanîreşê, Nîlufer Uygun da zanîn ku berxwedana li dijî JES’ê salek û nîve didome û got: “Li Gimgimê li dijî JES aku 16 gund dihewand serhildan çêbû û bi saya wan me dengê xwe bilind kir. Berxwedana wan ji me re bû hêvî. 6 meh berê me ji Daniştaya Erziromê biryara rawestandinê girt. Piştî vê biryarê roja înê sibehê maşîneyên kar û hêzên ewlehiyê ketin qadê. Xebatên şantiye û kolandinê detst pê kirine. Rêxistina gelê me ew dabûn rawestandin.roja din dîsa hewl dane bikevin qadê. Dest bi kolandinê kiribûn. Dîsa bi hewldana gel û piştgiriya Gimgimê ew der hat valakirin. Lê em nikarin bêjin ku bi giştî hatiye rawestandin. Tişta me hêrs dike eve; tevî biryara rawestandinê hîna ew israr dikin.”
 
‘JES bên çêkirin wê pêla koçberbûnê dest pê bike’
 
Nîlufer Uygun diyar kir ku Çewlîk xwedî 120 cureyên nebatên endemîk e û hilberîna hingivê herî baş ji Çewlîkê derdikeve. Nîlufer Uygun wiha domand: “Di rewşa ku berxwedan neyê mezinkirin de wê pêşiya koçberiyê dîsa dest pê dike. Di salên 90’î de 3-4 mezrayên Kaynarpinar hatin valakirin. Mirovên niha li wir in piştî salan şûnde jiyana xwe li wir ji nû ve avakirin. Niha JES bên çêkirin wê pêla koçberiyê dîsa destpê bike.”
 
‘Aştî hêviya me hemûyan e’
 
Nîlufer Uygun diyar kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye hêvî daye her kesî û ev titş bi lêv kir: “Bala me, çavên me hemûyan li bangê bû û daxwaza me hemûyan aştî ye. Aştî niha li ber derî ye. Ger aştî bê em ê hemû bi hev re bi awayekî azad bijîn.”
 
‘Em ê bi berxwedanê biserkevin’
 
Atîke Evîn Îmanur jî da zanîn ku ew li gundê Qizil ê Kanîreş a Çewlîkê hatiye dinê û mezin bûye 12 sal e li Îzmîrê dijî û diyar kir ku ew ji ber projeyên JES’ê raste rast bi bandor dibin û got: “Li dijî projeyên JES’ê divê berxwedan mezin bibe. Em JES’ê naxwazin. Dê û bavê min 65 salÎ ne. Em wan bînin bajar nikarin bijîn. Ji ber ew fêrî jiyana gund bûne. Hatiniyeke wan tune ye. Teqawîtbûna wan tune ye. Debarê bi sewalkarî û çandiniyê dikin.Em ê bi berxwedanê biserkevin.”
 
‘Em JES’ê naxwazin’
 
Zeynep Kahraman jî daxuyakirin ku herî zêde welatiyên li gund dijîn berxwe didin û got divê ew ji bo qadên jiyana wan têkoşînê mezin bikin. Zeynep Kahraman bi lêv kir ku ew JES’ê naxwazin û got JES bandorê li ser hemû jiyana wan dikin.