3'yê Adara 2019'an: Greva bê dem û ne dorveger dest pê kir

  • 09:01 3 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Parlamenter Dêrsim Dag û 5 kesên din li dijî tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger kirin. Dêrsim Dag a HDP'yî û 5 kesên pê re, di 3'yê Adara 2019'an de li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Dêrsimê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtî silav kirin û got, "Hata ku tecrîd bi dawwî bebe wê berxwedan bidome."
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
2007: Di 3'yê Adara 2007'an de 40 feminîstan li Enstîtuya Dîrok û Civakê hevdîtina feminîst a bi diruşma "Di salên 2000'î de polîtîkayên feminîst; em çi jiyan û çi bikin.." pêk anîn. 
 
2016: Li  Artemêtê ji aliyê şaredariyê ve navê Taybet Înan a ku hat qetilkirin û cenazeyê wê heftiyekê li kolanê hat rawestandin hat kirin. 
 
2016: Bultena yekemîn a Şaredariya Peyasê hat weşandin. 
 
2018: Xelata Clara Zetkîn her sal bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Almanyayê dihat dayîn wê salê dan Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ). 
 
2019: Li Girtîgeha Sîncan a Jinan Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu li dijî tecrîdê ji bo 15 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. 
 
2020: Înîsiyatîfa Delî Dalgalar 'Postaya 8'ê Adarê' ku wê salê pêk anî, diyarkî Aysel Koç a ku li Girtîgha Jinan a Sîncanê jiyana xwe ji dest da kir.
 
2020: Aysel Koç a endama Partiya Maoîst Komunîst (MKP) ku cezayê muebeta giran lê hatibû birîn û li gîrtîgeha Sîncanê ya Jinan dihat girtin jiyana xwe ji dest da.