4'ê Adara 2021'ê: Ji New Yorkê peyama 'Erdogan bisekinînin'

  • 09:01 4 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Di îlaneke ku li Bajarê New Yorkê yê DYA'yê hat dayîn de hat gotin, "Li Tirkiyeyê 5 hezar jin û 780 pitik ji ber sedemên siyasî di girtîgehan de ne."
 
Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA) li Qada Tîmes a Bajarên New Yorkê li ser panoyên reklaman îlana, "Erdogan bisekinînin" û "Li Tirkiyeyê 5 hezar jin û 780 piştik ji ber sedemên siyasî di girtîgehan de ne" hat dayîn. Ji ber îlana hat dayîn AKP'ê bertek nîşan da û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî derbarê kesên îlan dan de lêpirsîn da destpêkirin
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1932: Miriam Makeba, li bajarê Johannesburg yê Afrîkayê di 4'ê adara 1932'yan de hat dinê. Mîrîam a li Afrîkaya Başûr parêzvaniya mafên mirovan dikir û wisa jî dihat nasîn, ji bo piştgiriyê di belgefîlma Mandelayê de lîst. Ji ber fikrên xwe di sala 1960'an de pasaporta wê hat betalkirin û ji hemwelatiyê hat derxistin. Piştî 30 sal şûnde vegeriya welatê xwe. Miriam piştî ku di konsera ku ji bo piştgiriya rojnamevan-nivîskar Roberto Saviano ku li Îtalyayê ji aliyê mafyayê ve hatibû tehdîtkirin hat dayîn de stran got, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.
 
1994: Belgenameyên Tevgera Femînist a salên 1980'î ya ku ji hêla Stella Ovadiayê ve hatî amadekirin di 4-29'ê adara 1994'an de li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan de hat pêşandan. 
 
2016: Denîz Kaya ku li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê daxuyanî da, diyar kir ku girtiyan greva birçîbûnê ya ji 10 rojan carkeê a bêdem û dorveger dane destpêkirin. 
 
2023: Jinan di çarçoveya 8'ê Adarê de li Londonê meşa "Milyon Women Reîse" li dar xistin. Di meşa ku bi dirûşma "Yek jin, yek beden, yek stran, yek evîn" pêk hat de bal hat kişandin ser rêxistinkirina li dijî tundiyê.