5'ê Adara 1875'an: Rosa Luxemburg hat dinê

  • 09:01 5 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Rosa Luxemburg, di 5'ê adara 1871'ê de li Polonyayê hat dinê. Ji malbateke cihûyan e. Di biçûktiya xwe de bû şahidê qirkirina cihûyan. Di ciwantiya xwe de tevlî Partiya Proleteryayê bû. Ji bo xwe ji polîsên taybet en Rûsî biparêze û perwerdeya xwe bidomîne di 18'ê saliya xwe de îlticayê Swîsreyê kir. Li Zurihê dest bi zanîngehê kir. Her wiha di vê demê de li Polanyayê jin nedikarin biçin zanîngehê. Rosa, antîmilîtarist, enternasyonalist, nivîskar û aqilmend bû. 
 
1938: Biyolog Lynn Margulis di 5’ê adarê de li bajarê Şikago yê Emerîkayê hat dinê. Zanyar Liynn hemû dema xwe li ber peravên avan bi gera li baktariyan û di labaratuwaran de bi ceribandinan derbas dikir. Demborî û dema niha bi wan ceribandinan digihand hev û encamên girîng jê derxistiye, bi vî awayî nasnavê zanyara nivîskar girtiye. 
 
2016: Parlamentera CUP'ê ya Parlamentoya Xweser a Katalonyayê Mireia Vehi û aktîvîsta Justa Revolta Maria Juez, ji bo 8'ê Adarê xwestin bên Amedê lê ji hêla Tirkiyeyê ve hatin dersînorkirin. 
 
2020: Nadîra Kadirova li mala parlamenterê AKP’ê Şîrîn Unal mirî hat dîtin û di qeydên fermî de wekî "xwe kuştiye" hat nîşandan.