6'ê Adara 2004'an: Çalakiya 'Ne goristan, em stargehan dixwazin'

  • 09:02 6 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Guldunya Toren bi tecawizê re rûbirû mabû û ducanî mabû. Guldunya bi biryara malbata xwe hat kuştin. Guldunya li Goristana Zincîrlikuyu ya Stenbolê bi tevlîbûna gelek jinan hat definkirin. Jinan li goristanê pankart û dowîzên  “Ne goristan, em stargehan dixwazin" vekirin. 
 
2015: 4’emîn Meşa Jinên Cîhanê ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dest pê kir. Bi pêşengiya KJA'yê bernameyek baş ji bo meşê hat amadekirin û ji gelek welatên cîhanê hejmarek zêde jin tevlî meşê bûn. 
 
2015: Li dijî tundî û komkujiya li se jinê yên her diçû zêde dibûn 222 jinên wêjevan bi daxuyaniya nivîskî dan zanîn zimanê baviksalarî yê li mal, kuçe, dibistan û li cihê kar belav bûye li cîhana wêjeyê jî belav bûye. 
 
2016: Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Yavuzel di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin. Dayika wî Hanim Yavuzel îro çû cihê ku Mehmet hatî kuştin. Hanim hemû dîwarên jêrzemînê hembêz kir û got: "Dewlet îro di bin jêrzemînê de ma." 
 
2020: Li ser dîwarên Ofîsa Yekîtiya Neteweyî ya Cenevreyê "Jin jiyan azadî" hat nivîsandin.