7'ê Adara 2020'î: SELÎS carek din hat vekirin

  • 09:01 7 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
SELÎS di sala 2016'an de ji hêla qeyûmê Êlihê ve hatibû girtin. Lê piştî ku şaredarî ket destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) carek din Navenda Piştevaniya Jinan a SELÎS'ê hat vekirin. 
 
1986: Peymana li Dijî Her Cureyên Cudakariyê ya li hemberî jinê (The Convention on the Elimination of All Forms of Discrimination against Women - CEDAW), di Lîjneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de di 18'ê kanûna 1979’an de hat qebûlkirin. Tirkiye jî vê peymanê di sala 1985’an de îmze kir. Ji bo qebûlkirinê jinan 3 hezar jinan kom kirin û di 7'ê adara 1986’an de radestî meclîsê kirin. Ev tişt meşruiyeta peymanê zêdetir kir. 
 
2015: Di eniya Til Temirê de fedekariya Ivana Hoffmann. Bi pêxistina çirûska şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê gur dibû re ji gelek deverên cîhanê şoreşgerên enternasyonalîst berê xwe dan eniyên cengê. Yek ji wan jî Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) ya ji Efrîkayê bû di eniya Til Temirê ya Kantona Hesekê de cihê xwe girt. Bi fedekariyek mezin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê heya nefesa xwe ya dawî şer kir û di 7'ê Adara 2015'an de tevlî karwana nemiran bû.
 
2019: Rojnamegerên jin bi minasebeta 8'ê Adarê daxuyaniyek dan û gotin dê piştgiriyê bidin greva jinan a 8'ê Adarê. 
  
2020: Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji hêla şaredariya Qersê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve Bazara Kedê ya Jinan hat vekirin. 
 
2021: Li bajaroka Hecîna Dêrazorê ya Rojava cara yekem jinan 8'ê Adarê pêşwazî kirin. 
 
2021: Li Qomişloyê ji hêla Komîteya Aborî ya Kongre Star ve 3'yemîn bazara semtê hat vekirin. Di çarçoveya projeyan de li bazarê 14 dikan hatin vekirin.