10'ê Adara 1067'an: Lady Godiva jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 10 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Kontesa Merciayê Lady Godiva bi werêktî, biryarbûn û girêdanbûna xwe ya jiyanê dihat nasîn. Heta roja jiyana xwe ji dest dayî jî ji gelek hunermendan re bû feyz. 
 
Lady di salên 990 - 1086'an de derdikeve pêşperî me. Lady li Brîtanyayê tê dinê û di 17 saliya xwe de bi Lord Leofricê re dizewice. Lady li dijî bacên zêde derdikeve û piştevaniya gel dike. Leofrike, şertek datîne li ber Ladyê û dibêje "Heke tu bi tazî û li ser hespê di nav bajêr de bigerî ez ê bacan kêm bikim". Lady vê şertê qebûl dike û di sala 1057'an de li ser hespê bi tazî û bi porên xwe yên dirêj di nava bajêr de digere. Şeniyên Coventryê jî ji bo hurmet nîşandanê dikanê xwe digirin û Lady meze nakin. Leofric sozê ku dayî pêk tîne û bacayan kêm dike. 
 
Li Rojava derbarê Ladyê de gelek çîrok hatin gotin. Di sala 1678'an de ji bo bîranîna wê meşek hat lidarxistin û ev meş her sal hat lidarxistin. Lady di 10'ê îlona 1067'an de jiyana xwe ji dest dide. 
 
1913: Harriet Tubman di 29'ê çileya 1822'an de li Marylandê hat dinê. Harriet bi têkoşîna xwe ya li dijî koletiyê tê nasîn. Di 10'ê adara 1913'an de ji ber zatûreyê jiyana xwe ji dest dide. Wêneya Harrietê li ser 20 dolarê tê bicihkirin û çend cara duyeme ku wêneyên jinê li ser perê tê bi cihkirin, cara yekem weneyeke jineke reşikî li ser perê tê bicihkirin. 
 
1920: Jinên Çerkes cara yemek bi navê Diyane (Dayika me) kovara xwe derxist 
 
2018: Astrobiyolog Betûl Kaçar layîqê Xeleta Lêkolînê ya NASA'yê hat dîtin. 
 
2019: 1'emîn konferansa jinên Tebqayê ya bi dirûşma "Têkoşîna jinan a azadiyê, têkoşîna azadiya mirovahiyê ye" pêk hat. 
 
2019: Komxebata Karkerên Jin, ji hêla Jinên Kedkar (EKA) ve pêk hat û ji her bajarên Tirkiyeyê jin tevlî komxebatê bûn. 
 
2021: Rahîbe Ann Rose Nu Tawng, li Myanmarê li dijî darbeyê li ber polîsan çok danî û bi gotina "Ne zarokan min bikujin" bû sembol.