12'yê Adara 2021'ê: Fatime Kaya ya têkoşîna aştiyê da jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 12 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Fatime Kaya ya emrê xwe bi têkoşîna ji bo azadî û aştiyê derbas kir ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike di 2006'an de bedena xwe dabû ber agir. Di heman demê de jî li têkoşîna Veysi Kaya jî xwedî derket. Fatimeyê li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.  
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
1988: Muzeya Modern a Jinan hat vekirin. Muzeya Moderen a Jinan ku ji bo demekê di 8'ê Adara 1988'an de li Mala Çandê ya Reklamê hat vekirin heta 12'yê Adara 1988'an vekirî ma û li muzeyê alavên ku jin ji bo pêdiviya xwe bi kar  tînin hatin pêşandan. Muzeya Moderen a Jinan ku ji bo demekê hat vekirin ji aliyê jinan ve di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de hat vekirin. Di muzeyê de di pêşengiya feminîstên sosyalîst de, Komeleya Jinan a li dijî Cudakariyê (AKKD) û bi pêşengiya jinên xweser bernameya 8'ê Adarê ya hefteyekê hat amadekirin. Muzeya Moderen a Jinan mînaka yekem ya li Tirkiyeyê ye. Kuatoriya muzeyê jî Nakiye Boran kir.
 
2021: Li Kazakîstanê jinan bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê cara ewil meş li dar xistin. Di meşê de daxwazên wekheviyê hatin kirin.