13'yê Adara 1908'an: Li dijî bikaranîna teknolojiyê çalakî

  • 09:01 13 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di sala 1838'an de di navbera Împaratoriya Osmanî û Îngilistanê de Peymana Baltalimani hat îmzekirin, di sala 1839'an de bi Rêformên Tanzimatê Osmanî bingeha qanûnî ya bazirganiya serbixwe hat avakirin. Bi hilberîna makîneyan û êdî teknolojî pêş ket. Çawa li Ewropa û Îngilistanê grev dest pê kirin li Împaratoriya Osmaniyan jî grevên karkeran a li dijî pêşketina makîneyan dest pê kir. Karker ji ber tirsa jikardûrxistinê neçar diman ku zêde bixebitin û kêm mûçe bigirin. Karker li dijî wê yekê û zêdebûna makîneyan dest bi berxwedanê kirin. 
 
Cara yekem di sala 1839'an de li bajarê Slivenê di fabrîqeya Dobri Jaleskovê de karkerên jin li dijî makîneyên ku dê bibe sedema jikarderxistina wan serî rakirin. Çalakiya herî mezin li Uşakê di 13'ê Adara 1908'an de pêk hat. Ji gund û navenda Uşakê bi tevahî hezar û 500 kes li Bazara Ta Uşakê kom bûn çalakî li dar xistin. Jinan makîneyên ta texrîp kirin û fabrîqa şewidandin. 14 kes hatin girtin û ji bo ew serbest bên berdan bi rojan çalakî hatin lidarxistin. Ji ber serhildana ku pêk hatî qeymeqamê Uşakê ji kar hat dûrxistin. 
 
Hinek geşedanên din ên dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
2021: Xelata Demokrasî, Dostanî û Aştiyê ji bo parêzvana mafên mirovan, parêzer Eren Keskîn hat dayin. Erenê dema xelat girt dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kir û got dê têkoşînê bidome. 
 
2021: Li La Almoloya'yê di encama kolandina hat kirin de di dîzikeke hatibû sorkirin de bermahiyên ji jin û mêrekî maye hat dîtin. Li gor lêkolînê nêzî 4 hezar sal berê li Îspanyayê jinek rêvebera axa li der û dora xwe bûye. Taceke zîv û koleksiyona xişiran jî vê yekê nîşan dide.