14'ê Adara 1887'an: Nivîskar Sylvia Beach hat dinê

  • 09:01 14 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
Nivîskar Sylvia Beach di 14'ê Adara 1887’an de li Baltimora Emerîkayê hat dinê. 
 
Wê serdemên xwe yên ciwantiyê ji ber peywira bavê xwe li Parîsê derbas kir û ji vî bajarê xweş veneqetiya. Yek ji tiştên ku bû sedema guhertina jiyana wê naskirina wê ya Adrienne Monnier bû. Adrienne Monnier yek ji jinên yekem ên pirtûkfiroş bû. 
 
Sylvia Beach li Parîsê pirtûkxaneyeke pirtûkên Îngilizî difiroşe û bi deyn dide vekir. Shakespeare and Company a faliyetên xwe dewam kir ji 1919'an heta 1941'ê bû cihê hevdîtina nivîskaran. Fêdeya Sylvia Beach wekî weşanger jî li wêjeyê tê. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1836: Nivîskar û Rojnamegera Îngiliz Isabella Mary Beeton, ji dayik bû. Isabella di heman demê de bi nasnameya weşangerî û editortiyê jî hatiye naskirin. 
 
1868: Parêzvana mafên jinan Emily Murphy a Kanadayî li Cookstownê hat dinê. Emily ji sala 1917'an heta 1929'an pêşengiya kampanyaya ku ji bo jin tayînê Senetoyê bikin kir. Ji bo mafê mal û milk û bikaranîna mafê dengdayînê her tim di nava têkoşînê de bû. Her wiha ji bo vê têkoşînê jî divê biketa Senetoyê. Di çarçoveya Qanûna Bakurê Emerîkayê ya Îngiliz (BNA) de Dadgeha Bilind a Kanadayê biryara "Jin ne mirov in" da. Emily û 4 jinên ku ji partiyên din wekî "Penç kesên navdar" tên nasîn serî li Komîteya Edlî dan. Di sala 1867'an de Qanûna BNA'ê biryara da ku jinê jî tevlî têgaha "mirov" bike. 
 
Biryara komîteyê rê li ber endamtiya jinan a Senatoyê vekir. Di sala 1919'an de Emily bû seroka Federasyona Enstituya Jinan û di Împaratoriya Îngilistanê de cara  yekem jinek bû dadger.  Di sala 1933'yan de Emily jiyana xwe ji dest da.
 
2007: Şaredariya Rezanê di navbera dîroka 13-14'ê Adara 2007'an de bi dirûşma "Gotina em bibêjin û hêza me ya guhertinê heye" li Amedê Konferansa Jinê pêk anî. Ji gelek cihên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek kes beşdar bûn. Ji Herêma Kurdistanê ya Federe nûnerên rêxistinên jinan, akademisyen, hunermend, siyasetmedar, aktivîstên aştiyê, femînîst beşdar bûn. 
 
2018: Siyasetmedar, sosyolog, femînîst, sosyalîst û aktivîsta mafê mirovan Marielle Francisco da Silva, îro jiyana xwe ji dest da. Marielle, heta mirina xwe li Meclîsa Rio de Janeiro wekî endama şaredariyê ya Partiya Azadî û Soyalîzm (PSOL) peywir girt.