15'ê Gulana 2016'an: Peykerê Arîn Mîrkan hat danîn

  • 09:01 15 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Kobanê peykerê şervana YPJ'ê Arîn Mîrkan a ku ji bo azadiya Kobanê bê mirin bû bi merasîmeke girseyî hat pêşandan. Peykertraş Zîrek Mîra, diyar kir ku peykerê sembola têkoşîna jinên kurd ên li rojavayê Kurdistanê pîroz be. Pêşkêşkirina peyker ji aliyê fermandara YPJ'ê Sorxwîn Kobanê û peykertiraş Zîrek Mîra ve hat kirin.  
 
1892: Nivîskara Bosnayî, wergervan Laura Papo Bohoreta li Saraybosnayê di 15'ê Adara 1892'yan de îro hat dinê. Laura ya ku wekî feminîsta yekem a Balkanan tê dîtin navê wê yê yekem Luna ye. Piştî ku malbata wê bar dike Stenbolê navê xwe dike Laura. Laura ya ku bi malbata xwe re ji ber pirsgirêkên aborî bar dikin Stenbolê careke din ji ber aboriyê ji Stenbolê bar dikin û diçin Saraybosnayê û ji bo piştgiriyê bide malbata xwe dersên fransî, latînî, elmanî û yên piyanoyê dide. Laura ji bo ku kevneşopiya Sefarad bide jiyîn jî xebatên wêje û çandê didomîne.  
 
Têkoşîna Laura ya ji bo jinan, ya wekheviya zayendan a di nava civakan de bû, lê wê ji bo ku jin têk neçin têkoşîna xwe bidomînin û îradeya xwe deynin holê jin teşwîkî perwerdeyê dikirin. 
 
Hin bûyerên din ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1941: Nivîskar Tomrîs Uyar, di 15'ê Adara 1941'ê de li Stenbolê hat dinê, Tomrîs a ji wêjeya tirk re berhemên girîng hiştine, wêjevanî ji dayika xwe ya wergervan û ji bavê xwe yê helbestkar hîn bûye. Tomrîs a ku li dû xwe 11 berhem hiştin di 4'ê Tîrmeha 2003'yan de ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. 
 
2016: Li Taxa Aydinlikevler a Êlihê du jin ji aliyê polîsan ve hatin înfazkirin. Li gor gotinên şahidan dema her du jin ji ser Kolana Veysel Karanî dimeşiyan polîsan gule bera wan dane. Şahidan gotin nêzî 15 deqeyan ji herêmê dengê çekan hatiye. Şahidan gotin jinek li cihê bûyerê hatiye înfazkirin û yek jî nêzî 200 metreyî dûr hatiye înfazkirin.