16'ê Adara 1988'an: Komkujiya Helebceyê

  • 09:01 16 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Di dema şerê Îran-Iraqê de Seddam Huseyin talîmat da û bajarê kurdan Helebce bi çekên kîmyewî hat bomberankirin. 5 hezar kurd hatin qetilkirin û ji 10 hezarî zêdetir mirov jî birîndar bûn. Ev komkujî di 16'ê Adara 1988'an de pêk hat. 
 
Piştî komkujiyê komplikasyon, nexweşiyên curbecur di mirovan de derket û pitikên hatin dinê tendirustiya wan ne baş bûn. Ev wekî êrişa herî mezin a kîmyewî ket nav rûpelên dîrokê. 
 
Seddam Huseyin ji ber komkujî li dijî kurdan pêk anî hat darizandin. Di 5'ê Mijdara 2006'an de ji ber komkujiyeke din a Duceyilê hat mehkûmkirin û hat îdamkirin. 
 
Dadgeha Cezayê Giran a Iraqê di 1'ê Adara 2010'an de komkujiya Helebceyê nas kir. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1750: Astronoma Elma-Îngilizî Caroline Lucretia Herschel ji dayik bû. Wê hinek histirêkên bi terî keşif kir. Histirêka bi terî ya perîyodîk a ku navê xwe dayê di nava yên herî girîng de cihê xwe digire. Navê vê histirêkê 35P/Herschel-Rigollet e.
 
1911: Siyasetmedar, serhildêra li dijî faşîzmê, demokrata sosyal Marta Damkowski (Broker) li Stadeyê ji dayik bû. 
 
1978: Li ber Fakulteya Dermanfiroşiyê ya Zanîngeha Stenbolê 7 xwendekar hatin kuştin, 41 xwendekar jî birîndar bûn. Ev wekî Komkujiya Beyazitê hat pênasekirin. Îro salvegera vê komkujiyê ye.