17'ê Adara 1877'an: Edith Bessie New ji dayik bû

  • 09:01 17 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Ji sufrajetên Îngilizî Edith Bessie New, îro ji dayik bû. Edith, bi têkoşîna ji bo bikaranîna deng a jinan navê xwe di dîrokê de nivîsand. Her wiha bi çalakiyên li girtîgehê jî navê hat bihîstin. Edith, di 2'yê Çileyê 1951'ê de di 73 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Navê kolaneke li Swindonê di 2011'an de ji bo rûmeta wê hat guhertin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1956: Mirova zanistê ya Fransizî  Irène Joliot-Curie, di 12'yê Îlona 1897'an de li Parîsa Firansayê ji dayik dibe. Irène, bi kifşa radyoaktiviteyê di 1935'an de Xelata Kîmyayê ya Noelê digire. Irène, di 17'ê Adara 1956'an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da. 
 
1969: Siyasetmedar Golda Meir li Kieva Ukraynayê ji dayik bû. Di 1906'an de tevî malbata xwe koçî Emerîkayê kir. Piştî zewicî di 1921'ê de li Fîlîstînê bi cih bû. Di 1978'an de ji ber lenfomayê jiyana xwe ji dest da.
 
2016: Li bajarê Porto Alegre yê Brezîlyayê gelek tevgerên jinan, akademisyen, xwendekar, femînîst kolektîf Kampa Jineolojiyê ya 2 rojî li dar xistin. Bi pêşengiya Komîteya Piştevaniya bi Jinên Kurd re ev kamp hat lidarxistin. Ji gelek aliyê welêt ji 70 zêdetir jin beşdar bûn. Ji kampê silav ji bo jinên li qadên rêveberiya xweser têkoşîn dikirin hat şandin. Hat gotin xebatên Jineolojiyê pîroz in û hat gotin jinên kurd serkeftî ne. 
 
2021: Pîlota pêşbirkê Sabine Schmitz di pêşbirka 24 Hours Nurburgring de bû yekem jina ku ev pêşbirk qezenc kir. Cara ewil ev pêşbirk di 1970'ê de pêk hat. Sabine Schmitz a ku bû yekem jina ku ev pêşbirk qezenc kir di 51 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.