18'ê Adara 1904'an: Aktivîsta Aborjîn Margaret Lilardia ji dayik bû

  • 09:01 18 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Aktivîsta Aborjîn a Avusturyayî Margaret Lilardia Tucker, îro ji dayik bû. Margaret ji bo jinên Aborjînî û ji bo Aborjîniyan têkoşîn da. Hîn 13 salî bû ji malbata wê bi zorê tê girtin û dibin "mala perwerdeyê" ya her bi bûyera îstismarê tê rojevê. Di 1919'an de jî ji bo xizmetê didin malbateke spî. Margaret ji ber îstismara pê rû bi rû ma vê carê dan malbateke din û di 1925'an de serbest hat berdan piştre li Melbourneyê bi cih bû. 
 
Di 1930'î de tevî 3 navî dest bi kampanyayê kir û di 1932'yan de bû yek ji avakara Yekîtiya Aborjîniyan. Di 1968'an de Xelata ji bo têkoşîna mafên mirovan MBE'yê ya Împaratortiya Îngilizan girt. Di 23'yê Tebaxa 1996'an de koça xwe ya dawî kir. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokî de îro qewimîne wiha ne:
 
1942: Aktivîst, nivîskar, derhêner a Emerîkayî Kathleen Collins li eyaleta New Jersey'ê ya Emerîkayê ji dayik bû. 
 
2015: Dekantiya Fakulteya Têkiliyê ya Zanîngeha Stenbolê belgefilmê "Gurzek por-Keçên Dêrsimê yên Windayî" yê ji aliyê Kuluba Hunerê ya Têkiliyê hat xwestin bê pêşandan hat astengkirin.