19'ê Adara 1868'an: Senda Berenson hat dinê

  • 09:02 19 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Lîstikvana basketbolê Senda Berenson Abbott di 19'ê Adarê, 1868 de, li bajarokê Bultimonys li parêzgeha Vilna ya Împaratoriya Rûsyayê ji dayik bû. Senda, nivîskarê "Rêbera Jinan a Basketbolê", yekem bû ku qaîdeyên basketbolê yên jinan di sala 1899'an de anî Koleja Smithê, li şûna qaîdeyên mêran ên heyî. Senda wekî "Dayika Basketbola Jinan" tê zanîn, Senda bû yekem jina ku di sala 1985'an de di Salona Fame ya Basketbolê de cih girt.
 
1940: Barbara Franklin di 19'ê Adara 1940'î de ji dayik bû, ew berpirsiyareke hikûmiye ya Emerîkayê ye. Di desteyên 18 pargîdaniyan de kar kiriye û niha serok û rêvebera karûbarên şîrketa Barbara Franklin Enterprises e. Di sala 2006'an de Xelata Karûbarê Giştî ya Woodrow Wilson wergirtiye.
 
1868: Senda Berenson Abbott, di 19'ê adara 1868’an de Li Bultimonysa ya Rûsyayê hat dinê. Senda ji bo jinan pirtûka Basketbolê nivîsand. Di sala 1899'an de ji bo jinan rêgezên basketbolê derxist û rêgezên mêran guhert. 
 
2016: Di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de xebatek atolyeyê yên Kovara Jineolojiyê dest pê kirin. Li Enqereyê jî bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) gelek jin hatin gel hevdu û atolyeya xwe ya yekem li dar xistin. 
 
2018: Di 59'emîn roja êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê de FEMEN'ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî parve kir. FEMEN'ê got:"Mafê tayinkirina qedera xwe ya her gelî heye. Mafê kurdan jî yê tayinkirina qedera xwe heye. FEMEN piştgiriyê dide gelê kurd û sîvîlên li Efrînê."
 
2021:  Cîgira Serokomar Samîa Suluhu Hesen ku piştî mirina Serokdewlet John Magufuli li Tanzanyayê wezîfeya xwe girtibû ser milê xwe, di dîroka welat de bû jina yekem ku bû serok.