20'ê Adara 2012'yan: Qanûna 6284'an ket meriyetê

  • 09:01 20 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Qanûna (6284) a Li dijî Şîdeta li Hemberî Jinê û Parastina Malbatê ket meriyetê 
 
Piştî qanûna 4320'an a sala 1998'an, bi xebata salekê qanûna têkoşîna li dijî şîdeta mêr a li hemberî jinê ket meriyetê. Rêxistin û platformên jinan bi hewldanên xwe tevlî xebatan bûn û di sala 2012'yan de jî Qanûna Li dijî Şîdeta li Hemberî Jinê û Parastina Malbatê (6284) ket meriyetê 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1612: Helbestvana Emerîkî û femînist Anne Bradstreet hat dinê. 
 
2019: Xelata Abelê cara yekem jinekê di 2019'an de girt. Hat diyarkirin dê Xelata Abelê ji bo Profesora Emerîkayî Karen Keskulla Uhlenbeck bê dayin. 
 
2021: Piştî feshkirina Peymana Stenbolê li gelek bajaran jin derketin qadan û gotin Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin.