21'ê Adara 1998'an: Sema Yuce çalakî pêk anî

  • 09:01 21 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Sema Yuce li girtîgehê di 21'ê Adara 1998'an de bedena xwe da ber agir û çalakiya Newrozê pêk anî. 
 
 Sema Yuce, di sala 1971’ê de li Agiriyê hat dinê. Malbata wê tevlî serhildana Agiriyê bûye. Di nava malbatê de jê re digotin Leyla Qasim. Sema heta zanîngehê li Agiriyê xwend, di sala 1989’an de zanîngeha ODTU beşa civaknasiyê qezenc kir û çû Enqereyê. Li vir ciwanên welatparêz nas kir û tevlî xebatên ciwanan bû. Di sala 1991’ê de zanîngeh berda û tevlî têkoşînê bû. Sema piştî sal derbas bûn di Newrozê de li zindanê agir berda bedena xwe û dibêje çavkaniya wê ya dildariya azadiyê Zekiye Alkan e û wiha berdewam dike: “Dapîra min Zekiye bû û navka min Zekiyê birî." Sema di nivîsek xwe de dibêje ku "Du aliyên mirovan hene yek ronahî ye ya din jî tarîtî ye." Di nameya xwe de dibêje "aliyê wê yê tarî bêhêzî ye û yê ronahî jî Zekiye Alkan e." Sema, 21’ê Adara 1998'an de piştî Birdoziya Rizgariya Jinan hat îlankirin li Girtîgeha Çanakkaleyê got: “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de” û bedena xwe da ber agir. 
 
Sema ku demek dirêj li nexweşxaneyê hat dermankirin, di 17’ê Hezîranê de beriya jiyana xwe ji dest bide wiha dibêje: “Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlum.” Di nameyên xwe yên hiştî de wiha dibêje: “Çawa ku li asîman du roj tune ne û dê nebe, ji bo mirovekî, ji bo jinek ku dixwaze azad bibe, hilbijartina du jiyanan û du navendên moralê nabin. Di kêliya ku ez vê nameyê dinivîsim de, min ji bo xwe Rêber Apo kir navenda fikir, moral û jiyanê, kêliyên ku min di xwe de hemû astengî derbas kirine. Azadî ji bo me hemûyan e û em dikarin gav bi gav ber bi azadiyê ve bimeşin.”
 
2015: Jinek bû derhênera weşana giştî ya Rojnameya The Guardian a Îngilizî. Katharine Viner, di dîroka 194 salan de bû yekem jina ku bû  derhênera weşana giştî ya Rojnameya The Guardian a Îngilizî. 
 
2021: Femînîst, nivîskar û aktivîsta Misirî Nevâl es-Saadavi jiyana xwe ji dest da.