22’yê Adara 2017: Rojnameger Nûjiyan Erhan hat qetilkirin

  • 09:01 22 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 3’yê Adara 2017’an de koma bi navê ‘Roj Pêşmerge’ ya girêdayê Partiya Demokatîk a Kurdistanê (PDK) li Şengalê li herêma bajaroka Xanesorê êrîş pêk anî û rojnamegera şoreşger Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) ya nûçe dişopang bi giranî birîndar bû. Nûjiyan li nexweşxaneya Hesekê ku dihat dermankirin,  di 22’yê Adara 2017’an de jiyana xwe ji dest da.
 
Nûjiyan Erhan li Hîlwan a Rihayê hatibû dinê û ji 2005’an heta niha wek kedkara Çapemeniya Azad, li gelek qadên Kurdistanê xebat meşand. Nûjiyan ku bi taybet bû dengê jinên Şengalê yên ji çeteyên DAIŞ’ê xilas bûn, nûneriya kevneşopiya çapemeniya azad li wir kir. Nûjiyan demek dirêj li Şengalê û bi taybet ji bo dengê civaka Êzîdî ya di konan de li Serdeştê dijiyan da bihîstin.
 
Bûyerên din ên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne: 
 
1959: Aktrîsa Sovyetan  Olga Leonardovna Knipper-Chekhova jiyana xwe ji dest da.
 
2008: Platforma Jinan a ji bo Mafên Civakî, ji bo pêşnûme qanûna Sîgorteyên Civakî û Sîgorteya Tenduristiyê ya Giştî (SSGSS) bê vekişîn  çalakiya rûniştinê ya metroya Taksîmê dan destpêkirin.