Li hemberî nedayîna cenazeyan bertek: Ev dijhiqûqî ye
- 10:46 8 Ocak 2025
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
AMED-Siyasetmedarên ku bi rojan e ji bo cenazeyê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan bigirin bi rojan e li Deriyê Xabur ê sînor radiwestin bertek nîşanî helwesta rayedaran dan û gotin, "Ji bo ku cenaze demildest bên radestkirin divê demildest hevdîtin bê kirin."
Heyeta ku ji bo cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA'yan hatin qetilkirin bigire ber bi Herêma Başûrê Kurdistanê ve ketin rê, 2 roj in li Deriyê Sînor ê Xabûrê tê ragirtin. Heyeta ku di nav de Parlamenterê Mêrdînê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Kamuran Tanhan, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) û nûnerên saziyên sivîl û malbat jî di nav de, bi saetan li ber deriyê sînor bi hinceta "sîstem tuneye tên ragirtin û gotin.
Parlamentera Merdinê ya DEM Partiyê Salîha Aydenîz û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sultan Yaray bang li rayedaran kirin.
'Xwestin rastiyê bêdeng bikin, lê rastî bêdeng nebûn'
Beriya her tiştî Salîha Aydenîz amaje bi wê yekê kir ku her du rojnameger jî ji ber xwestine rastiyan nîşan bidin hatine qetilkirin û got, “Pergalên nedemokratîk ji bo bijîn û xwe li ser civakê ferz bikin her tim polîtîkayên zext, komkujî û şer didin meşandin. Li Tirkiyeya ku em di nava vê sîstemê de dijîn, rewşa rojnamegeran diyar e. Mijara ku îro li Tirkiyeyê gelek rojnameger girtî ne jî beşeke vê ye. Tam ji ber vê yekê ye ku di 19’ê Kanûnê de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan li Rojava bi SÎHA’yê hatin qetilkirin. Çima hatin qetilkirin, li derdoreke ku rastî berovajî dihat kirin dixebitîn û bûyerên li Rojava bi awayekî cuda didan, Cîhan û Nazim rastî ji raya giştî re vegotin. Ji ber wê jî bûne hedef û hatin qetilkirin. Xwestin rastiyê veşêrin lê rastî nayên veşartin û dê neyê veşartin. Her kes dizane ku Nazim û Cîhan rojnameger in û ji bo rastiyê bigihînin cîhanê di nava xebat û têkoşînê de bûn. qetilkirina wan jî rastiya vê pergalê nîşan dide."
'Şandeya me bi awayekî keyfî hatiye rawestandin'
Salîha Aydenîz, diyar kir ku qetilkirina rojnamegeran ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve tê zanîn û bi bîr xist ku rê li pêşiya cenazeyan girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sedema qetilkirina rojnamegeran ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve jî tê zanîn. Ev di hiqûqa navneteweyî de sûcê şer e. Li Deriyê Sînor ê Xabûrê malbat heyeta dixwazin cenazeyan bigirin, bi awayekî kêfî û bi helwesteke siyasî tên astengkirin û nahêlin ku cenaze bên girtin. Heyet çima hatiye astengkirin? Ji ber ku welatên ne demokratîk ji ber tawanan serî li biryarên siyasî û gavên siyasî yên bi vî rengî didin. Ji ber vê jî rê li ber hatina cenazeyên rojnamegeran a Tirkiyeyê tê girtin. Heyeta me ji ber ku astengî heye bi awayekî keyfî tê rawestandin, lê divê ev yek bi zelalî bê zanîn. Ev rastî ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn. Hemû cîhan dizane ku Nazim û Cîhan dema rojnamegerî dikirin hatin qetilkirin. Yên ku ew kuştin jî vê dizanin."
'Divê cenaze bên radestkirin'
Salîha Aydenîz, diyar kir ku "pêvajoya aştiyê" tê nîqaşkirin, li aliyê din jî diyar kir ku cenazeyên rojnamegeran nayên dayîn û ev bang li rayedaran kir: "Ez ji vir bang li rayedaran dikin. Nedayîna cenazeyan ji bo malbatan sûcê we venaşêre. Li aliyekê hûn ê bibêjin pêvajoyeke aştiyê tê destpêkirin, li aliyê din jî hûn cenazeyan nadin malbatên wan. Ev jî bê cidiyetiya we dide nîşandan. Em tekez dikin ku eger hûn naxwazin dilpakiya we bê pirsîn, divê hewl bê dayîn di zûtirîn demê de cenaze radestî malbatên bên kirin. Divê careke din were gotin ku civaka navneteweyî li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne."
'Hikûmeta AKP-MHP'ê rojnamegeran hedef digire'
Sultan Yaray bi gotina “Berî her tiştî em êrîşên bi vî rengî bi tundî şermezar dikin” dest bi axaftina xwe kir. Sultan Yaray, bal kişand ku bi salan e li dijî çapemeniya azad êrîş tên kirin û got, “Bi salan e bi van êrîşan hewl didin dengê çapemeniya azad qut bikin. Li vir armanc ew e ku rastiyê ji raya giştî veşêrin û bi van zextan medyaya xwe ya hizbî ava bikin. Weke ku em dizanin bi salan e bi polîtîkayên yek milet, yek welat, yek ziman, her kesê li dijî xwe, çewisandine û di komkujiyan re derbas kirine. Lê mixabin hevalên me yên rojnameger jî para xwe ji vê yekê digirin. Zexta li ser rojnamegeran li hemû cîhanê sûc tê dîtin, l desthilatdariya AKP-MHP’ê rojnamegeran li ber çavê cîhanê dike hedef û ji ber ku li gorî wan nûçeyan çênakin, wan wekî terorîst nîşan dide."
'Divê cenzeyan bidin malbatên wan'
Sultan Yaray got, “Weke ku tê zanîn gel bi girseyî piştgirî dide vê çalakiyê. Hewl didin rê li ber girtina komî bigirin û malbatan bitirsînin. Çawa ku kuştina rojnamegeran sûc e, nedayîna cenazeyên wan jî sûcê mirovahiyê ye. Em ji vir bang li rayedaran dikin, ew cenaze yên zarokên vî gelî ne, divê demildest dest ji vê zilma li ser gelê Kurd bê berdan û cenazeyan radestî malbatên wan bikin."