Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
- 10:22 8 Kasım 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Hejmara 139'an a Kovara Jinê bi berga "Ji bo Aştî, Edalet û Wekheviyê Mil Bi Mil" derket.
Hejmara 139'an a Kovara Jinê bi berga "Ji bo Aştî, Edalet û Wekheviyê Mil Bi Mil" derket. Di hejmara kovarê ya nû de li ser gotina jinan a di pêvajoyên aştî û hiqûqê de, tecrûbeyên têkoşîna hevpar û bîra dîrokî ya civaka Êzidî û lêgerîna ji bo siberoja demokratik nivîs hene.
Sernavên hejmara nû wiha ne:
*Jin li gel hev Qala Siberojê Dikin - Roportaj / Zeynep Ocak, Diba Keskin, Gulsum Nazlioglu, Îlkay Akkaya, Rumeysa Çamdereli, Selda Ozturk ve Yagmur Yurtsever
*Jin dê mil bi mil biaxivin û di rêya wekhevî û azadiyê de pêşerojê ava bikin/ Zuhal Tekiner
*Hiqûq û Aştiyê Sibehê / Ebru Gunay
*Jin li gel hev Qala Siberojê Dikin: Berpirsiyariya ji bo Siberojeke Hevpar / Hatice Oncu
*Şengal: Ji Bîra Dîrokî Ber Bi Berxwedanê, Ji Jenosîdê Ber Bi Siberojeke Demokratîk ve Îradeya Civakekê / Newroz Demhat







