
Komplo û êrîş hatin protestokirin
- 20:24 12 Ekim 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên li ser Rojava li Lyonê hatin şermezarkirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lyonê ku çalakî organîze kir, banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya demokratîk kir.
Li bajarê Lyonê yê Fransayê, bi organîzasyona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) komek li hev civiya û komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên li ser Rojava protesto kir.
Di çalakiyê de Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB), Sendîkaya Xwendekarên Fransayê (SOLIDER), Komeleya Dostaniya Kurd a Fransayê (AMITIES), Partî Ensamble û Youngle Struggle Lyonê beşdar bûn. Beşdaran pankart vekirin û dirûşm berz kirin, hem li dijî komploya 9’ê Cotmehê hem jî li dijî êrîşên li ser Rojava nerazîbûn nîşan dan.
Di daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lyonê de hate gotin ku Pêvajoya Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ji bo Kurd û Tirkan firsendek dîrokî ye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku erka demê ya neçarî ew e ku beşên demokratîk bi hev re vê pêvajoyê birêxistin bikin, û yên ku li dijî vê pêvajoyê derdikevin jî revok, xayîn û trolên ku ji dewleta kûr sûdê digirin in.
Her wiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku divê Abdullah Ocalan bi lez azad bibe û weke aktorê sereke yê pêvajoyê rasterast rêveberiyê bike
Di çalakiyê de banga çareseriyeke jidilî û zelal ji Tirkiyeyê hate kirin, bi dirûşmên “Azadî ji Rêber Apo re” û “Piştgirî ji Rojava re” û gelek caran bal hate kişandin ser raya giştî.