Ji bo pirtûka Fîgen Yuksekdag çalakiya îmzeyê
- 16:29 26 Çile 2025
- Çand û Huner
WAN - Ji bo pirtûka Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag a bi navê "Parastinên Bêsînor" roja îmzeyan û çalakiya hevpeyvînê hat lidarxistin. Di çalakiyê de 10'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê hate pîrozkirin.
Ji bo pirtûka Hevseroka Berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag a bi navê "Parastina Bêsînor" li Galeriya Hunerê ya Wan Îpekyolu Ataturkê roja îmzeyê û hevpeyvînê hat lidarxistin. Hevserokê Rêxistina Bajêr ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Veysî Dîlekçî, endama PM'ê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkîran, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê jî tevlî hevpeyvînê bû.
'Hewldan û têkoşîna pêwîst didin'
Veysî Dîlekçî bi bîr xist ku salên têkoşînê yên pêvajoya HDP'ê girîng bûn û got, "Pêwîst bû ku fikra HDP'ê ji kedkar, jin, ciwan û hemû beşên civakê re were vegotin. Ji bo vê jî hewldan û têkoşîneke xurt lazim bû. Hevserokên me yên wê serdemê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, hewldan û têkoşîna pêwîst dan."
'Kobanê hê jî li ber xwe dide'
Beycan Taşkiran salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir û kesên di Doza Komploya Kobanê de dîl hatin girtin bi bîr anî. Beycan Taşkiran got, “Ji bo parastin û zindîkirina şoreşê Kobanê hê jî li ber xwe dide, hevrêyên me û gelê me li ser pira Qereqozax a Tişrînê hê jî li ber xwe didin. Meşa me ya şoreşgerî bi bedelên giran lê bi biryar didome. Di Doza Komploya Kobanê de Selahattîn Demîrtaş 43 sal, Fîgen Yuksekdag 32 sal û hevalên me yên din jî ji 15-20 ceza girtin."
Abdullah Zeydan anî ziman ku girtiyan tevî şert û mercên girtîgehê bêyî ku têkiliya xwe ya bi ax û koka xwe re winda bikin têdikoşin û got.:"Li wan zindanan bi salan berxwedan, li dijî faşîzm, zordestî û tirsandinê hat dayin."
Çalakî bi îmzekirina pirtûkan bi dawî bû.