Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Em biryarê nas nakin
- 15:51 13 Çile 2025
- Ramyarî
AMED - Meclisa Jinan a DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Akdenîzê de wiha got: “Li dijî van polîtîkayên mêtînger em ê bi parastina aştiya civakî û jiyana wekhev a hevpar îradeya xwe biparêzin û têkoşîna xwe berfireh bikin. Em vê biryarê nas nakin."
Piştî ku Hevşaredarên Akdenîzê Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hikmet Bakirhan û Neslihan Oruç hatin girtin, qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal a Instagramê li dijî tayînkirina qeyûm ji bo şaredariyê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.
'Em ê vê biryarê nas nekin'
Daxuyaniya Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya li ser hesabê wê yê medyaya dijîtal wiha ye: “Girtina Hevşaredarên me û endamên Meclîsa Şaredariya Akdenîzê ku bi rojan e bi awayekî dijhiqûqî hatin binçavkirin, darbeyeke siyasî ye. Li hemberî kesên ku tu eleqeya wan bi rastiyê re nîne weke hincet tayînkirina qeyûman wê îradeya gel û jinan bi ser bikeve. Desthilatdariya ku destkeftiyên jinan dike hedef, êrîşa li dijî vîna jinê û mafê temsîliyeta wekhev e. Şaredariya Akdenîzê ya jin, ciwan û gel e. Li hemberî van polîtîkayên mêtingeriyê em ê jin bi parastina aştiya civakî û jiyana hevpar vîna xwe biparêzin û têkoşîna xwe berfireh bikin. Em vê biryarê nas nakin!”