Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Fîkriyata HDK’ê bi zextan têk naçe

  • 13:13 22 Sibat 2025
  • Rojane
 
ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê derbarê êrişên qirqirina siyasî yên li dijî HDK’ê daxuyanî da û got “Bi zextan fîkrîyata HDK’ê têk naçe."
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê êrişên qirqirina diyasî yên li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Em ê têkoşîna her hevalekî xwe bidomînin” û hat gotin ku ew ê li dijî pergala kedxwar a desthilatan, HDK qada têkoşîna hevpar a hemû bindestan e.
 
Daxuyaniya Meclisa Jinan a DEM Partiyê wiha ye: "HDK li dijî şîdeta dewleta mêrperest qada têkoşîna jinan e. HDK dengê jin û kedkaran e ku li dijî kedxwariyê li ber xwe didin. Hûn ê nirkarin têkoşîna jinên ku bênavber têkoşîn didin û li dijî şerî aşîtiyeke birûmet diparêzin, têk bibin. Her êrişa li dijî HDK’ê li dijî têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan hatiye kirin.
 
Bila baş bê zanîn ku  ev ne cara yekem e ki hevalên me rastî binçavkirin, dadgeh û girtîgehan tên.  Ew her tim li dijî zayendperestî, nijadperestî, daraza alîgir û faşîzmê sekinîn û dê dîsa bisekinin. Em şahid û rêhevalên têkoşîna hevalên xwe ne. Li dijî vê derhiqûqiyê em bi hevalên xwe re ne! Em ê têkoşîna hemû hevalên xwe bidomînin û li ser vê erdnigariyê li dijî şer, faşîzm, zext û kedxwariyê em ê bi têkoşîna jinên azad aşîtiyeke birûmet ava bikin.”