![](/staticfiles/news/250835/2025/02/06/823x463cc-hty-06-02-2025-hatay-projesi-olmayan-yol-calismasi-suruyor-manset.jpg)
Ji bo riya ku projeya wê tuneye vê carê jî wê konteynir bên valakirin
- 09:02 6 Sibat 2025
- Ekolojî
Nazlican Nûjîn Yildiz
HATAY - Çîgdem Mutlu Arslan a li Defne ya Hatayê dijî da zanîn ku darên wê yên zeytûnan bêyî agahiya wê hatine birîn û xebata rê didome. Çîgdem Mutlu Arslan daxuyakirin ku ji bo çêkirina rê vê carê konteynirên nû hatine teslîmkirin wê bên valakirin.
Çîgdem Mutlu Arslan ku li Defne ya Hatayê dijî, bêyî agahiya wê ji ber xebata rê ya li TOKÎ ya taxa Ballioz hemû darên wê hatibûn bitîn. Tevî projeya rê tunebû dar hatin birîn û niha jî konteynirên ku 8 meh berê hatibûn teslîmkirin wê bên valakirin.
Çîgdem Mutlu Arslan der barê rewşa ku di cotmeha 2024’an de hatiye jiyîn axivî û got 6 meh berê darên wê yên zeytûnan bêyî agahiya wê hatine birîn û doza vekiriye didome lê çend roj berê jî komkujiya daran berdewam kiriye.
Wê kargeriya welatiyan bê hilweşandin
Çîgdem Mutlu Arslan daxuyakirin ku piştî cotmeha 2024’an şûnde qetilkirina daran berdewam kiriye û xwestine pêşî li vê komkujiyê bigirin lê gazî polîsan hatiye kirin, polîsan girtek negirtine û kesên hewl dane pêşî li komkujiyê bigirin birine qereqolê. Çîgdem Mutlu Arslan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî wê gelek dar hatin qirkirin. Heta 10 roj berê jî hat kirin. Riyek bandor li sê taxan dike lê destê wan de hîna biryarek tuneye. Welatiyan piştî erdhejê ji xwe re qada jiyanê ava kirin lê niha zextan dikin dibêjin vala bikin. Kargerî çêkirine, ji ber kargeriya li sanayiyê hatiye hilweşandin li ser erdên xwe çêkirine. Hewl dide nanê xwe qezenc bikin lê dibêjin ji vir derkevin welatiyan didin zorê. Sedema wê jî, rê li hember e, proje tuneye, lê di projeya wan xêz kiriye de di rê de santrala ceyranê heye. Ji ber ew rakirine, rê didin aliyê çepê.”
Konteynirên nû hatine teslîmkirin wê bên valakirin
Çîgdem Mutlu Aslan da zanîn ku tevî proje tuneye û ji bo projeya rê fireh bikin xanî û kargeriyan hildiweşînin û wiha anî ziman: “Mixabin hiqûq tuneye. Biryara cemawerîkirinê tuneye hîna. Rêveberên cemawerî zextê li welatiyan dikin. Fîrmaya taşeron hişyarî dike lê welatî dema biryara cemawerî daxwaz dikin vê carê rêveberên cemawerî dikevin dewrê û tehdîdan dikin. Niha rewş ev e. Dema min çû mêze kir dîsa dar dihatin birîn. Hema ligel wê konteynir hebûn. Ev konteynir 8 meh berê hatibûn teslîmkirin. Niha bi AFAD’ê re hevkarî kirine û vê qada jiyanê vala dikin. Ev welatî wê vê zivistanê biçin ku derê.”
Kirarî bi zanebûn dawiya hefteyê tên kirin
Çîgdem Mutlu Arslan daxuyakirin ku doza li hember birîna daran vekiriye hîna didome, dîroka rûniştinê ne diyar e û wiha got: “Vekirina dozê bi hêvî ye. Ji bo biryar bê rawestandin min bi mehan têkoşîn da. Li şûna divê di 30 rojan de biryara rawestandinê bihata dayîn 6 meh in vê dikin. Bi taybet kirariyan dawiya hefteyê dikin. Dawiya hefteyê dozgerên nobedar hene û ew pê re eleqeder dibin.”
Qirkirina daran didome
Çîgdem Mutlu Arslan wiha dawî lê anî: “Min ji bo parastina darên zeytûnan nobet girt û ez hatim binçavkirin. Ez bi zor ji kon hatim derxistin. Roja hatim binçavkirin hemû dar hatin birîn. Ji bo rê asfalt rijandin. Tapoya qadê hîna li ser min e. Birîna daran hîna li taxa Ballioz, Çekmece û Toygarli didome. Hemû dar birîn. Welatiyan îtîraz kir bi komî çûn îfade dan. Lê ji ber dawiya hefteyê bû bêyî îfade bê girtin gotine divê 71 kesên hevkar in gilî bikin. 7-8 meh in dar ji bo projeya mijara gotinê tên qetilkirin. Tevî biryara cemawerî tuneye bi rêbaza xespwarî dar tên birîn.”