Piştevaniya Mor: Polîsan sîxurî li hevala me ferz kiriye

  • 20:24 7 Gulan 2025
  • Rojane
EDENE - Piştevaniya Mord daxuyaniyek dan û diyar kirin ku polîsan xwestine endamek wan bikin sîxurt û der barê mijarê de serlêdana sûc kirin.
 
 Piştevaniya Mor a Edenê diyar kir ku duh endameke wan gazî Navenda Polîsan a Dagoglu Şehîd Mehmet Alî kirine û hewl dane bikin sîxur.
 
Der barê mijdarê de Piştevaniya Mor a Edenê daxuyaniyek dan. Endama Piştevaniya Mor Zelîha Korkmaz daxuyanî xwend û got: “Li qerekolê sîxurî li hevala me ferz kirin. Emniyeta Edenê sûc dike. Em bi hêza ji têkoşîna rêxistinkirî ya jinê digirin emniyeta Edenê teşhîr dikin.Emê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Parêzer Şeyma Bulut jî axivî û got wê der barê mijarê de serlêdana sûc bikin û li dijî pergalê têbikoşin.