
Rengê ahenga biharê: Guldexwîn
- 09:06 8 Gulan 2025
- Galeriya Jinê
COLEMÊRG - Bi paşveçûna bêdeng a berfê li Geliyê Şivişk ê gundê Welto, xweza dîsa dest bi nefesgirtinê kiriye. Bi vê şiyarbûna pîroz re, Guldexwîn bi rengê xwe ahengekê belav dike. Bi bedewiya xwe ya balkêş, ew reng, ruh û kêfxweşiya biharê derdixe holê.
Li çiyayên bilind ên Kurdistanê, di biharê de xweza ji nû ve zindî dibe... Li Geliyê Şivişk ê gundê Welto, ku 45 kîlometre dûrî navenda Colemêrgê ye, li quntarên Çiyayê Sebiran, Guldexwîn ku mizgînxêrên biharê ne, bi bedewiya xwe ya balkêş şîn bûne.
Ev cureya bêhempa, ku di bin parastinê de ye, hem ji bo dilxwazên xwezayê û hem jî ji bo wênekêşan bûye cihekî bijarte.
Foto: Rabîa Onver