
Jinan peyama Abdullah Ocalan nirxandin
- 18:27 7 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çilaxa jinan pêşniyarên dawîn ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê bihêzkirina jinan de, gotûbêj kirin û bal kişand ser xurtkirina rola jinan a di civakê de.
Konga Star ji bo jinên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê civînek li dar xist û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şandibû, hate nirxandin.
Bi dehan jin, nûnerên saziyên civaka sivîl, Komîteya Jinan a Meclisa Şaredariyê, Yekitiya Jinên Ciwan di civînê de amade bûn.
Di civînê de endam aKongra Star Nisrîn Hisên peyama Abdullah Ocalan xwend.Piştre jî rêveberên Kongreya Star a kantona Cizîrê Sozdar Qasim naveroka nameyê vegot û bal kişand ser girîngiya azadiya jinan di felsefeya Abdullah Ocalan de. Di berdewama civînê de beşdaran der barê mijarê de gotûbêj kirin.
Civîn bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.