Bi sermayê re eleqeya ji bo entaran zêde dibe
- 09:02 12 Kanûn 2024
- Ked/Aborî
Neslîhan Kardaş
WAN - Bi sermayê re pisgirêkên tenduristiyê jî rû dan û ji ber vê welatî berê xwe didin entaran. Yek ji nexweşiya ku zivistanê herî zêde tê dîtin, şewba sermayê ye. Li dijî vê gel çay û nebatên xwezayî tercih dikin.
Bi sermayê re eleqeya ji bo entaran zêde dibe. Gel ji bo xwe ji nexweşiyên şewb, sermayê biparêzin çayên nebatan tercih dikin. Ligel eleqeya ji bo entaran, bihayên çayên organîk jî balê dikşînin.
Bihayê ixlemûrê 2 hezar lîre ye
Yek ji nebata xwezayî ya ku herî zêde tê tercîhkirin şîlan e, bihayê wê 100 TL ye. Ya ixlemûrê jî navbera hezar û 750 û 2 hezar TL’yî de diguhere. Entarvanan diyar kirin ku bi hatina zivistanê re eleqeya ji bo nebatan pir zêde dibe û ji ber germayê nexweşiyên cur bi cur rû didin. Mirov ji bo têkoşîna li dijî van nexweşiyan çayên nebatan tercih dikin. Bi tevlibûna gelek nebatan çayên zivistanê tên amadekirin û ev ji bo kuxik û enfeksyonê gelek baş e.
Êdî kêm tê firotin
Krîza aborî ya ku bandor li her qada jiyanê kiriye, bandor li ser entaran jî kiriye. Nebatên xwezayî ku berê bi poşetan dihatin girtin niha bi gramajê tê girtin.
Ji bo nexweşiyan şifa ye
Li gorî agahiyên me ji entaran girtiye, derman û şifa nexweşiyên sermayê nebatin. Tarçin, zencefîl, havlican, qurnefîl, îsota reş, ligel hev bê pijandin ji bo şewbê gelek başe û ji êşê re derman e.