Şaredariya Rezanê rapora xwe ya xebata salekê eşkere kir

  • 13:23 24 Nîsan 2025
  • Rojane
AMED - Şaredariya Rezanê rapora xwe ya xebatê ya salekê aşkera kir û projeyên ku dê di pêvajoya pêş de bixin meriyetê aşkera kir. 
 
Şaredariya Rezanê ya Amedê ya DEM Partiyî, rapora xwe ya xebatê ya salekê li Bageviyê aşkera kir. Hevşaredar Leyla Ayaz û Siraç Çelîk rapor xwendin. 
 
Ewil Leyla Ayaz axivî û diyar kir ku ew ji aliyê gel ve hatin hilbijartin. Leyla Ayaz, wiha domand: “Berî hilbijartinê yên ku ji sedî 20 deng girtîn dest danîn ser şaredariyê û şarêdarî bi rêve dibirin. Di hilbijartinê de gel bi dengekî zêde em hilbijartin. Em bi dengê gel hatin hilbijartin.”
 
Xebatên salekê
 
Ji bo nûnertiya wekhev me dest bi xebatên xwe kir û saziyên jinan çalak kir. Navendên me yên Zarok û Malbatên Solîn û Narîn, Navenda Jinan a Kardelenê, Navenda Bagerê bi awayekî berfireh xebatên xwe ji bo jin û zarokan didomînin û Navenda Hevgirtinê ya Rojîn Kabaîşê jî lê zêde dikin. Me li dijî tundiya li ser jinê xebatên xweparastinê li dar xist. Me di vê pêvajoyê de 151 semîner, serdana 14 taxan, serdana 7 gundan, 4 civînên jinan û serdana 545 malan kir.
 
Tendirustî
 
Em modelê tenduristiyê ji nû ve çêdikin. Rêveberiya Xizmetên Tenduristiyê bi vê polîtîkayê hewl dide ku li hemû tax gund xizmeta tenduristiyê bide gel. Li 5 gundan kontrola tenduristiyê hate kirin; di van kontrolan de bi giştî xizmeta hezar û 50 kesan hate kirin. Di salekê de 27 semîner hatin lidarxistin. Bi armanca çêkirina qadên tendurist ên civakî û çandî, ji bo ciwanan, me Navenda Ciwanan a Rezan vekir.
 
Karên zanistî 
 
Me ji bo xizmeta herî baş armanc kir ku çavkaniyên herî baş bi kar bînin. Ji ber ku em dibînin û polîtîkayên me yên şaredariya ekolojîk, me polîtîkayên xizmetê yên ku ne tenê li ser mirovan e lê li ser hemû tiştên zindî ye, qebûl kirin. Me ji bo baxçê spî, cihên kesktir dest bi çalakiyan kir.
 
Me li gundan 4 hezar darên nû belavkirin û li parkan 993 dar çandin. Rêveberiya me bi polîtîkayên xwe yên şaredariyê yên civakî û gelperwerî li navçeyê bi awayekî wekhevkarî piştgiriya hemî welatiyên re alîkarî da. Me di salekê de ji Hezar û 27 malbat û 2694 zarok ji wan 3718 kesan re destek da.
 
Tevî rewşa ku ne baş jî me dîsa jî karî van xizmetan pêk bînin. Piştgiriya gelê me ji me re bû pêşeng û rêber. Tevî ku em rastî astengiyên li pêşberî me hatin û her wiha destdirêjiya qeyûm, me bi siyaseteke zelal û realîst a çareseriyê û xizmet ev serkeftinê bidest xist.”
 
Li dijî bikaranîna tiryakê xebat 
 
Hevşaredar Sîraç Çelîk jî li ser pirsa diziya qeyûm diyar kir ku peymana qeyûm û peymanek xapînok bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hin parkan qeyûm dikan ava kiriye. Ew dikan bê pere daye alîgirên xwe. Di wê peymanê de jî hatine gotin şarêdarî peymanê xirab bike dê 400-500 hezar dolar pere bide dikandar. Me ev yek tespît kir û doz vekir. Kemasiya Rezanê ya sereke bikaranîna bikaranîna hişbirê ye. Em dixwazin bi hevkariya gelê xwe di mijara madeyên hişbir de bi ser kevin.” 
 
Deynê hatine dayîn
 
Leyla Ayaz piştre dîsa axvivî û da zanîn ku deynê şarêdariyê 600 milyon lîre ye û axaftina xwe wiha qedand: “Deynê qeyûm çêkirî gelek zêde ye. Em hewl didin ku mijara meaş bixin rêzê. Heta ku karkêren me bi temamî meaşê xwe nestinê em hevşarêdar û endamên meclisê meaşê xwe nastinin. Di nava çend mehan de em ê vê rewşê baş bikin.”