
'Divê çand û zimanê kurdî zindî bê hiştin'
- 09:03 4 Cotmeh 2025
- Çand û Huner
AMED - Ji aliyê Komeleya Ewil Zarok ve li Amedê Mîhrîcana Zarokan a Navçandî pêk hat. Ji Komeleya Ewil Zarok, Teknîsyena Hunerê Şîrîn Saglam axivî û got divê bi bernameyên wisa çand û zimanê Kurdî zindî bê hiştin.
Li Amedê ji aliyê Komeleya Ewil Zarok ve bi armanca ku xwe bigihînin zarokên ji çand û ziman dûr ketine, Mîhrîcana Zarokan a Navçandî pêk anî. Di mîhrîcanê de zarok bi muzîk, şano û wêneyan re hatin gel hev û li ser girîngiya jiyankirina Kurdî û çana Kurdî hat sekinin.
Ji Komeleya Ewil Zarok, Teknîsyena Hunerê Şîrîn Saglam der barê mîhrîcanê de axivî.
Zarokên penaber xwe digihînin hûnerê
Şîrîn Saglam da zanîn ku armanca mîhrîcanê ev bû ku em xwe bigihînin zarokên ji çand û zimanê xwe dur ketine. Şîrîn Saglam wiha dirêjî dayê: “Proje di çarçoveyaparastina mafê hunerê ya jin û zarokan de pêk hat. Bi hevalên xebatê re qadên cuda hatin avakirin. Ma Musîc, Şanoya Bajar a Amedê, Zarok TV tevli mîhrîcanê bûn. Zarok Tv ji bo zarokan qadên xebatê yên afrînger ava kirin û van xebatan 4 mehan berdewam kir. Ma Musîc , Şanoya Bajar a Amedê jî li qadên şanoyê bi zarokan re hatin gel hev. Armanca me ev eku zarokên koçber yên li Sûrê xwe bi zimanê dayikê îfade bikin, bi hunerê re bên gel hev.”
Bi bernameyên rengîn temam bû
Şîrîn Saglam der barê naveroka mîhrîcanê de axivî û wiha bi lêv kir: “Koroya Ma Musîc derket ser dîkê. Roja sêyremîn Koroya Zarokan a Şubadap û Şanoya Bajar a Amedê performansên xwe nîşandan. Mîhrîcan sê rojan berdewam kir. Roja ewil Koroya MA Musîc derket ser dîkê. Roja duyemîn de ji bo zarokan stand hat vekirin.êvarê jî şanoya Bajar a Amedê derket ser dîkê. Roja dawî saet di 13.00’an de lîstika Keçelok hat lîsitn. Mîhrîcan bi konsera Subadap bidawî bû.”
Mîhrîcan gihişt armanca xwe
Şîrîn Saglam daxuyaikrin ku saziyên cuda piştgirî dane wan û wiha bi lêv kir: “Zarokan dema zimanekî cuda bihistin matmayî man lê piştî demekê hez kirin. Hevalên me yên Catalan bi zarokan re lîstin, eleqeder bûn. Em gelek kêfxweş bûn. Mîhrîcana me gihişt armanca xwe. Malbatan û zarokan elqeyek mezin nîşanê mîhrîcanê dan. Tevlibûn gelek baş bû. Ji bo çand û zimanê me zindî bimîne xebatên wisa girîngin. Her wiha projeyên me yên nû hene. Em bi projeya xwe ya ‘Reng û Deng’ hedef dikin ku zarokên Kurdî dizanin xwe hîn bêtir pêş bixînin. Bi piştgiriya Zarok Tv wê ji bo zarokan dersên dublaj û anîmasyonê bê dayîn.”