Ji Cizîrê bang kirin: Zimanê me yekitiya me ye
- 14:24 21 Sibat 2026
- Çand û Huner
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîra Botan bi pêşengiya Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek û Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî meşek hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û bi hezaran kes tev li meşê bûn.
Li navçeya Cizîra Botan a Şirnexê bi pêşengiya Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek û Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî meşek hate lidarxistin.Welatî bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî meşê bûn û di meşê de bênavber dirûşmên dilsoziya bi ziman re hate berzkirin. Girse li ber Birca Belek civiya û heta Medreseya Sor ango Medreseya Meleyê Cizîrê meşiya.
Piştî meşê Hevseroka CÛDÎ-DER'ê Evîn Kulja daxuyaniya hevpar xwend.
'Zimanê me stûna yekîtiya me ye'
Piştî daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir ev roj li her kesî pîroz kir û wiha got: “Li cîhanê bi hezaran ziman hene, Tenê zimanê Kurdî tune tê hesibandin. Em dibêjin bila zimanê me bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, ew dibêjin, ‘na, wê dewletta me hilweşe’. Ewqas şîzofren in, nahêlin ku dayikek li Meclîsê bi Kurdî biaxive. Zîhniyeta ku li Meclîsê Kurdî asteng dike, li Cizîrê jî li pêşiya me astengiyan derdixe. Ev rezalet jî rezaleta wan e. Ev der Kurdistan e, warê Meleteyê Cizîrê ye. Hûnê li vir Kurdî qedexe bikin û li Enqereyê jî bêjin ’em birayên hev in’. Ev çawa biratî ye? Dirûst bin. Bila demildest dawî li astengî, zext û qedexeya li ser zimanê me were anîn. We çi kir û nekir lê we nikaribû vî zimanî tune bikin. Xelkê me dev ji zimanê xwe berneda.
Em ê li her derê parastina zimanê xwe bikin. Em ê her cihî û her malê bikin dibistanên Kurdî. Ev berpirsiyariya me ya dîrokî ye. Em ê li benda dewletê nesekinin. Heta ku Kurdî bibe xwedî statû û zimanê fermî wê têkoşîna me bidome. Em ê xewn û xeyalên xwe bi Kurdî bibînin. Ev ziman zimanekî pîroz e û hebûn û rûmeta me ye. Sed sal in hûn negihîştin mexseda xwe. Hûn ê ji niha şûn ve jî negihîjin mexseda xwe. Zimanê me xewna me, siboroja me û xerca yekîtiya me ye. Zimanê rûmeta me ye.”
Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
Êlih
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ji ber avahiya DEM Partiyê heta Cadeya Gulistanê meş hate lidarxistin û piştî meşê li ber Peykerê Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de rêveberên DEM Partiyê, TJA, DBP, MEBYA-DER, TUAY-DER, Egîtîm Sen, Navenda Çandê ya Baharê, ÎHD, OHD, Komeleya Alimên Êlihê, Komeleya Timoqiyan, Komeleya Bileyder, Dayîkên Aştiyê û gelek welatî tev li bûn. Girseyê di meşê de dirûşmên “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn dowîzên ku li ser wan “Bê ziwan cu nêbena” , “Em perwerdehiya bi Kurdî dixwazin”, “Ji û ciwan û çand û ziman”, “Her ca Kurdkî her dem Kurdkî”, “Kurdî nasnameya me ye” û “ Her der Kurdî her dem Kurdî” û pankarta ku li ser “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” hatibû nivîsandin hat hilgirtin. Metna daxuyaniya ku weke hevpar ji aliye saziyên ziman ve hate dayîn ji aliyê Hevserokê Komeleya Çand û Lêkolînên Ziman a Êlihê (ARÎ-DER) Mazlûm Tenha ve hate xwendin.
Metnê daxuyaniya hevpar wiha ye:
"21'ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye û di heman demê de jî, ji bo zimanên ku bi xetereyatunebûnê re rû bi rû ne, roja parastin, zindîkirin û pêşvebirina zimanê dayikê ye. Bingeha vê rojê têkoşîna gelê bengalî ya ji bo parastina zimanê xwe yê dayikê ye ku ji aliyê dewleta Pakistanê ve hatibû qedexekirin. Di sala 1952'yan de xwendekarên Zanîngeha Dakkayê pêşengiya xwepêşandanên li dijî van zext û qedexeyan kir û di encama êrişan de hin xwendekar hatin kuştin. Piştî serlêdana bengaliyan, UNESCOyê di sala 1999an de daxwaza gelê bengalî qebûl kir û 21ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê
ya Cîhanê hat ragihandin.
Li pêşiya azadî û demokrasiyê asteng in
Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta roja îro, ev 103 sal e ku çand, ziman û nasnameya gelê kurd hatiye înkarkirin û ji bo ku ev înkar ji holê rabe û maf û daxwazên gelê kurd ên wekî statuya kurdî û perwerdeya bi kurdî bên misogerkirin, hîn jî tu gavên micîd nehatine avêtin. Li gorî daneyên 2025'an, li Tirkiyeyê 74 hezar 40 dibistan û 208 zanîngeh hene ku bi tirkî perwerdeyê didin, lê ji bo zimanê kurdî di 103 salên komarê de yek dibistanek jî nehatiye avakirin ku perwerdeya bi kurdî bide. Her wiha, li bajarên Tirkiye û Kurdistanê, bi hezaran dibistan hene ku bi tirkî perwerdeyê didin û li gorî lêkolîn û rapirsînan ji sedî 97'ê gel perwerdeya bi zimanê dayikê dixwaze, lê heta niha dibistanek jî nehatiye terxankirin ku bi kurdî perwerdeyê bide; saziyên ziman ên ku ji bo fêrkirina kurdî kurs û atolyeyan vedikin, ew jî dibin hedefa rayedarên dewletê û bi KHK'yan tên girtin û muhurkirin. Gelê kurd, li hemberî van polîtîkayên înkar, tunehesibandin û pişaftinê têkoşîna hebûn û parastina zimanê kurdî dimeşîne û ev têkoşîna çand, ziman û nasnameya gelê kurd berdewam e. Di vê têkoşînê de daxwaza sereke ya gelê kurd ew e ku, polîtîkayên înkarê bên bidawîkirin û ziman û mafên neteweyî yên gelê kurd di destûra bingehîn de bên qebûlkirin û bi zagonan bên misogerkirin. Ji cotmeha 2024'an ve, ev 16 meh e ku pêvajoyekê dest pê kiriye û bi perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk a ku birêz Ocalan 27'ê Sibata 2025'an pêşkêşî rayedarên dewleta Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê kiriye, derfetên nû hatine afirandin ku pirsgirêk bi rê û rêbazên diyalog, hevdîtin û nîqaşan bên çareserkirin û vê pêvajoyê di nava gel û civakê de hêviya çareserkirina pirsgirêkan ava kiriye. Pêwîst e ku êdî rayedarên dewletê jî li gorî ruhê vê pêvajoyê tevbigerin, siyaseta înkarê biterikînin, maf û azadiyên nasnameyî yên gelê kurd misoger bikin, dawiyê li wan pêkanînan bînin ku li pêşiya azadî û demokrasiyê asteng in.
Statuya kurdî û perwerdeya bi kurdî
Xwişk û biratî nîşaneya wekheviyê ye. Eger em qala wekheviyê dikin, divê zimanê kurdî jî xwedî statu be, ji pêşdibistanê heta zanîngehê di hemû astên perwerdeyê de bê bikaranîn û navên cih û warên ku hatibûn guherandin jî divê li eslê wan bên vegerandin. Ji kolanan bigire heta qada giştî (li dadgeh, dibistan, nexweşxane, kar û barên fermî û hwd.) di hemû qadên jiyanê de mafên gelê tirk çi bin, divê yên gelê kurd û gelên din jî ew bin û hemû xizmet divê bi kurdî û zimanên din jî bên dabînkirin. Bi boneya 21'ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, em bi bîra rayedarên dewletê dixin ku, di vê pêvajoya hevdîtin û muzakereyan de ku ji cotmeha 2024'an ve ye ku dest pê kiriye û hîn jî berdewam e, daxwaza me ew e ku astengên li pêşiya çand, ziman û nasnameya kurdî werin rakirin û daxwaza me ya statuya kurdî û perwerdeya bi kurdî bê bicihanîn.
*Di serî de xalên 42 û 66'an ên destûra bingehîn û zagonên ku cudakarî û yekparêziyê di bingeha xwe de dihewînin, divê ji destûra bingehîn bên derxistin û hemû zagon li gorî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî werin sererastkirin.
*Pêwîst e ku Tirkiye li imzeya xwe ya li binê Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî xwedî derkeve; dûreparêziyên ku piştre daniye ser xalên 17, 29 û 30'an rake û berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya vê peymanê û peymanên din ên navneteweyî de bêyî kêmasî bi cih bîne û ji mafên çandî,
zimanî û nasnameyî yên zarokan re rêzdar be.
*Komisyona di bin banê meclisê de hatî avakirin serdana hemû beşên civakê kir û guh da gel. Pêwîst e ku rapora ku dê ji aliyê vê komisyonê ve bê amadekirin û li meclisê bê pêşkêşkirin ji daxwazên civakê yên demokratîkbûnê re bibe bersiv û xizmeta wekheviya xwişk û biratiya gelê kurd, tirk û hemû gelên Tirkiyeyê bike û li gorî daxwaz û pêşniyazên li ser naveroka rapora komîsyonê zagonên demokratîk bên
amadekirin û bikevin meriyetê.
*Zimanê kurdî hebûn, rûmet û nasnameya gelê kurd e. Heta ku zimanê kurdî li vî welatî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê, têkoşîna gelê kurd a parastin û pêşxistina çand, ziman, nasname û hemû nirxên neteweyî dê berdewam be. Gelê kurd û hemû gelên cîhanê yên ku zimanê wan ji statu û perwerdeyê bêpar hatiye hîştin û ji bo parastin û pêşvebirina zimanê xwe têdikoşin, 21'ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li wan gelan hemûyan pîroz be.
Zimanê Me Rûmeta Me Ye!
Zimanê Me Hebûna Me Ye!
Statu bo kurdî, perwerdeya bi kurdî!"







