Pirtûkxaneya Rojîn Kabaîş tê vekirin

  • 09:03 16 Nîsan 2026
  • Çand û Huner
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Pirtûkxaneya Gel a Rojîn Kabaîş ku bi piştevaniya ciwanan hat avakirin, li dijî pirtûkxaneyên bi polîtîkayên qeyûm hat girtin, li Amedê wek hêviyeke nû di 18’ê Nîsanê de tê vekirin.
 
Di dema qeyûman de gelek pirtûkxane hatin girtin û bi piştevaniya ciwanan û daxwaza gel ji bo bîranîna xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku di 27’ê îlona 2024’an de winda bû û 15’ê cotmehê de bigûman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin, Pirtûkxaneya Gel a Rojîn Kabaîş tê vekirin. Ev qada ku ji bo jin û ciwanan wek qada jiyan û fêrkirinê wê bê bikaranîn li taxa Şehîtlîk a Yenîşehîr a Amedê wê 18’ê Nîsanê de bê vekirin.
 
Xebatê pirtûkxaneyê ber bi dawiyê ve diçin û hevberdevka Koma Meclîsa Yenîşehîrê ŞevînTura der barê pirtûkxaneya tê vekirin de axivî.
 
Ji bo gelê bê pirtûkxane hat hiştin, gava nû
 
Şevîn Tura da zanîn ku li şûna pirtûkxaneyên ku qeyûm girtiye ev wê bibe hêvî û wiha got: “Em du sal in li ser peywirê ne. Berê pirtûkxaneyên me hebûn. Ew di dema qeyûman de hatin girtin. Em pirsirêkên cidî jiyan. Di alî pewerdehiyê de xwendekaran zehmetî kişandin. Ji ber pirtûkxane tunebûn. Yên hebûn ji bo karê din hatin dewrkirin. Di wan saziyan de karên cuda meşandin. Ev du sal in hedefa me ji bo ciwan û zarokan vekirina pirtûkxaneyê bû. Şantiyeya me ya park baxçe hebû. Em wir difikirin. Em axivîn û me biryar girt. Piştre hevalên ji derveyê welat xwe gîhandin me. Pêşniyar kirin ku ev pirtûkxane bibe Pirtûkxaneya Gel a Rojîn Kabaîş. Bi rastî em kêfxweş bûn. E vprojeyek pir xweş bû.”
 
Bi piştevaniya ciwanan pirtûkxane
 
Şevîn Tura got bi piştevaniya ciwanên ji derveyê welat qad veguhertine pirtûkxaneyê û wiha anî ziman: “Ciwanên derveyê welat hatin gel hev û pere kom kirin. Bi rastî em di alî butçeyê de di zehmetiyê de bûn. Jixwe şantiya me hebû. Me wir vala kir. Qadek fireh e. Ew qad wek depo dihat bikaranîn. Lê bi saya ciwanan me ji nûve revîze kir û me kir qadek xweş.”
 
Ji bo jin û ciwanan qadek nû hat avakirin
 
Şevîn Tura di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Me li ser hewcedariyan xebatên xwe plan kir. Em bi jinan re hatin gel hev û me hedef kir ku em qadek jiyanê ava bikin. Jixwe daxwazên gel hebûn. Me hewcedarî û pirsgirêk guhdar kir. Me nêrînên gel girt. Yên jinan girt.  Em li ser vê pêş ketin. Me ji bo jin û ciwanan qadek nû ava kir.”
 
Di 18’yê Nîsanê de tê vekirin
 
Şevîn Tura di dawiyê de wiha anî ziman: “Pirtûkxane li taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîr a Amedê ye. Ligel Parka Mehmet Uzûn e. Di 18’yê Nîsanê roja şemiyê vekirina wê heye. Em her kesî vedixwînin roja vekirinê.”