29 cureyên tovên sebze û mêweyan hatin çandin
- 09:29 16 Nîsan 2026
- Ekolojî
AMED - Şaredariya Peyasê bi çandina bi dehan cureyên tovên sewze û mêweyan yên ku ji Şaredariya Nilufer a Bursayê hatine wergirtin, di nav viyolên tovdanê yên li Qada Sera û Terhikan a şaredariyê de, dest bi hilberînê kiriye.
Meha borî, di çarçoveya serdana Şaredariya Nilufer a Bursayê de, tovên ku ji bo bajêr hatibûn anîn, li Qada Sera û Terhikan a Peyasê hatin çandin. Wekî beşek ji însiyatîfa ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya Şaredariyên Herêma Anatoliya BaşûrRojhilat (GABB) û Şaredariya Peyasê ve tê birêvebirin, bi dehan cureyên tov li qada şitildanînê hatin çandin.
Bi beşdariyeke fireh tov hatin çandin
Di dema çandina tovan de ku bi beşdariya Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar endamên Meclisa Şaredariyê û tîmên Gerînendetiya Park û Baxçeyan pêk dihat, 29 cureyên cuda yên berhemên çandiniyê hatin çandin. Di nav van de tovên barbûnyayê, gêzer, şahbelot, lehanaya sor, zebeşê reş, îsot, pirasa, kulîlkên eyînsefa û zînnîayê jî hebûn. Ev çandinî ji bo herêmê xwedî girîngiyeke mezin e. Tovên ku di viyolên tovdanê de hatine çandin, piştî ku şîn bibin, dê li cihên cuda yên li seranserê navçeyê bên çandin.
Armanca hilberînê 100 hezar kulîlkên demsalî ne
Li Qada Sera û Terhikan a şaredariyê, çandinî ne tenê bi sewze û mêweyan sînordar maye, lê bûye navendeke hilberînê ya bibandor. Wekî encama xebatên hûr û kûr, ev hejmarên hilberînê hatine bidestxistin; 100 hezar kulîlkên demsalî, 15 hezar gul, 2 hezar lewante, 1500 şîmşîr û 1500 taflan hatine hilberandin û çandin.
Bêpere dê bên belavkirin
Ji bo şînahî û xemilandina bajêr, da ku Peyaseke rengîn û ekolojîk were avakirin, dê tevahiya tovan bê pere li gel bên belavkirin û çandin. Dar û şitlên ku ji bo belavkirinê hatine amadekirin ev in; herî kêm 100 hezar tovên sewzeyan ên ku ji tovên herêmî hatine hilberandin, 4 hezar şitlên berû, hezar şitlên xox, hezar şitlên mişmiş û 260 darên gûzan û cureyên din.
Bi vê projeyê, Şaredariya Peyasê armanc dike ku hem cihêrengiya biyolojîk biparêze, hem jî jiyaneke ekolojîk li navçeyê misoger bike û tovên herêmî ji bo nifşên paşerojê bên parastin.







