Ber bi 8’ê Adarê: Berxwedana sedsalê (6)

  • 09:05 6 Adar 2025
  • Dosya
Fadîk Yazar: Hêvî û baweriya min têkoşîna min xurt kir
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Fadîk Yazar ku di temenê biçûk de tundiya mêr ku bavê wê li dayika wê dikir, nas kir, li dijî vê tundiyê bi xwişka xwe re bû xwedî hişmendiya zayendî. Fadîk Yazar bi lêv kir ku zîhniyeta serdest a mêr pirsgirêka mêr e û ev pirsgirêkek pergalê ye. Fadîk Yazar anî ziman ku hêvî û baweriya wê ya bi pêşerojê têkoşîna wê xurt kiriye.
 
Di civaka serdest a mêr de zext û tundî tê rewakirin. Jin li dijî vê tundiyê têkoşîna xwe dimeşînin û jiyanek wekhev, azad û bêyî tundî dixwazin. Em niha çîroka Fadîk Yazar a di temenê biçûk de tundiya mêr nas dike û lêpirsîn dike digirin dest.
 
Fadîk Yazar li Sêwasê tê dinê, hîna 9 mehî bû malbat ji ber pirsgirêkên aborî koçî Stenbolê dike. Fadîk Yazar diyar dike ku di temenê biçûk de tundiya mêr nas dike û got: “ Bavê min tundî li dayika min dikir. Em Elewî ne û em rastî gelek zext û pêkanînên tirsandinê hatine. Ji ber vê yekê em rastî gelek pirsgirêkan hatin. Di zarokatiya min de zêde haya min jê tunebû, lê piştre min dest bi lêpirsînê kir. Li wir hema bêje potansiyela xwendinê tune bû. Bi gelemperî, keç di temenekî piçûk de hatin zewicandin. Min dest pê kir ku hin tiştan bipirsim, hinekî jî ji ber pirsgirêkên ku min di malbata xwe de dît. Ji ber tiştên ku ez pê re rû bi rû mabûm ez gelek li rêyên revê geriyam. Ez carinan ji malê jî direviyam. Ji ber ku min tiştan red dikir. Min dikaribû texmîn bikim ku ev neheqî û tundiya ku hatine jiyîn ne rast in. Ez wek jin neçar im ku di zewacê de revîn û rizgariyê bibînim. Yekane çareserî vê yekê ji we re dihêle. Hûn difikirin ku hûn dikarin jiyana xwe ava bikin, hûn ê bibin xwediyê xaniyê xwe, hûn ê bibin xwedî jiyanek aramtir.”
 
‘Ji ber min serî netewand tundî hat kirin’
 
Fadîk Yazar destnîşan kir ku di temenê 17 salî de zewiciye û got: “Min zewac wek xilasbûnê dît. Lê rewş hîn xerabtir bû. Bi salan min lêpirsîn kir. Min got çima wisanyee. Piştî zewacê tundî li min hat kirin. Min serî neditewand ji ber vê tundî dihat kirin. Min li dijî pergalê serî hilda. Piştî 20 salan şûnde min dest ji mêr berda. Ez li ser piyên xwe mam. Dayika min jî dest ji bavê min berda. Me bi hev re têkoşîn da.”
 
Pirsgirêka pergalê
 
Fadîk Yazar anî ziman ku hişmendiya zayendî bi xwişka xwe re nas kirine û watedar kirine û wiha dirêjî dayê: “Piştevaniya jinekê bi jinek din re ji bo hişmendiyê gavek girîng e. Bêyî aliyê polîtîk ê mijarê bizanibim min xwe gîhand vê hişmendiyê. Ez û xwişka xwe bi hev re di nava piştevaniyê de bûn. Em li ser piyên xwe sekinîn. Lê bav û hevjînan destûr nedidan vê. Ji bo wan wek tehdîd bû. Ev pirsgirêka pergalê bû.”
 
Rêgeza xwişkbûnê
 
Fadîk Yazar axaftina xwe wiha berdewam kir: “Min ji bo zaorkên xwe têkoşîn da. Piştî berxwedana Geziyê min ferq kir ku divê jin bên gel hev û têbikoşin. Me li taxê piştevaniya jinan ava kir. Me bi çend hevalên jin re ev rêxistin kir. Bi vî awayî ketim qada têkoşînê. Di vê mijarê de piştgiriya herî mezin xwişka min da min. Ji bo min bû rêgeza xwişktiyê. Ev ne mijara ku em ji heman xwînê ne ev mijara jinbûnê ye. Min ev hest pir xweş jiya. Ji ber vê dema jin bên gel hev tiştekî ku biser nexînin tuneye. Jin di her qadê de tundiyê dibînin, zor û zehmetiyan dijîn. Ber bi 8’ê Adarê hewcedariya me bi yekitiyê bi têkoşînê heye.”