Hevseroka Eko-Der a Wanê: Divê hişmendiya civakî bê afirandin
- 09:03 10 Mijdar 2024
- Ekolojî
Neslîhan Kardaş
WAN - Hevseroka Eko-Der a Wanê Dîlek Akdag derbarê girîngiya ekolojiyê de axivî û got: "Dema siyanurên li Giyadînê bên xebitandin ev heta Geliyê Zîlanê wê karasetek mezin be. Dixwazin gundiyên wir derxînin.”
Li erdnîgariya Kurdistanê texrîbata ekolojiyê didome. Yek ji van cihan Wane. Li Wanê li dijî texrîbatê 17’ê cotmehê de Komeleya Ekolojiyê ya Wanê (Wan Eko-Der) hat avakirin.
Hevseroka Wan Eko-Derê Dîlek Akdag derbarê xebatên xwe de armanca damezarandinê de axivî.
‘Ji bo pêşî li qirkirinê bê girin ev komele hat avakirin’
Dîlek Akdag da zanîn ku yek ji armanca vekirina komeleyê Gola Wanê bûye û got: “Me bi armanca parastina gola Wanê ev komele vekir. Ji bo xweza di rojevê de bê girtin, têkiliyê xweza û mriovan di rojevê de bê girtin, enerjiya dikare bê nûkirin û guherî avhewayê rojevê de bimînin me ev komele vekir. Ji ber xweza ji îmarê re tê vekirin û talankirin.”
‘Gundiyên Giyadînê ji aliyê dewletê ve tên girtin’
Dîlek Akdag bi lêv kir ku Kurdistan di qirkirinê de tê derbaskirin, axa wê hatiye serobinokirin, av di bin bandora siyanurê d emane. Dîlek Akdag wiha got: “Li Giyadînê Koza Holgîng şantiyeyek mezin ava kiriye û bi vê li zêr digerin. Ev şantiye wê hilweşînek mezin bîne. Li Şirnexê cerdevan daran dibirin. Qadê bê darsitan dihêlin. Li Colemêrg û Wanê xebatên madenê hene. Lê mijara girîng Giyadîne. Siyanurên wir bên xebitandin wê karaseteke ku heta Geliyê Zîlanê diçe wê bê. Gundekî wir hatiye girtin. Gundên din hîna hewl tên dayîn bên girtin. Dixwazin gundiyên wir derxînin.”
‘Divê pêşî li vê hilweşînê bigirin’
Dîlek Akdag di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo pêşî li vê qirkirina ekolojiyê bê girtin divê hişmendiya civakî bê afirandin û wiha dawî lê anî: “Bi tena serê xwe têkoşîn wê bê encam bimîne. Divê civak di vî alî de bibe xwedî agahî û bibin yek, li dijî vê têbikoşin. Em ê perwerdehiya pêk bînin bi gel re bên gel hev û li dijî vê têbikoşîn. Divê em ji vê hilweşînê re bêjin êdî bes e.”